Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Kuştîyan li Sûrîyê Diçe û Bilindtir Dibe


S
S

Jimara kuştîyan li Sûrîyê her diçe bilindtir dibe, bi taybet piştî şerê vê dawîyê navbera hêzên hikûmetê û yên demokrasîxwaz li derdora Şama paytext.

Çalakvan dibêjin, 10 kes roja şemîyê li herêma derdora Şamê hatin kuştin. Çalakvan her wiha hişyariyê didin ku şerek tund li herêma Laziqiyê tê kirin, lê belê ti zanînan derbarê ketina qurbanîyan tune ne.

Ev şer derketin holê piştî du teqînan roja Înê li Şamê ku bi kêmanî 10 kes tê de hatin kuştin.

Rojnameya Tişrîn ya ser bi hikûmeta Sûrîyê ve, bi tundî rexne li Sekretêrê Giştî yê NY Ban Ki Moon girt û îdia kir ku ew piştgirîya serhildayan dike ku êrîşên xwe berdewam bikin.

Di konferanseke rojnamevanî de roja Înê li Hindê, Rêberê NY got, ew gelekî nîgeran e derbarê bilindbûna jimara kuştîyan, tevî agirbesta ku bûye nêzîkî sê hefteyan hatîye ragehandin.

NY dibêje jimara kuştîyan li Sûrîyê 9,000 derbas kiriye, ji dema ku serhildanê destpê dikin. Lê çalakvan dibêjin ev jimar digihêje 11,000 hezaran jî.

Hevdem, karbidestên Lubnanê roja Şemê gotin wan rê li gemîyekê girtine ku barek çekan bo serhildayên Sûrîyê vediguhest.

XS
SM
MD
LG