Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merasîma bi Heybet ya Oxirkirina Serokê Berê Jimmy Carter li Washingtona Paytext


Merasîma Jimmy Carter
Merasîma Jimmy Carter

Jibo cenazeyê serokê berê yê Amerîka Jimmy Carter roja Pêncşemê li Dêra Neteweyî ya Washingtonê merasîmeke fermî ya rêzdarîyê tê darxistin, berîya ku li eyaleta xwe Georgia were bin ax kirin.

Jimmy Carter, serokê 39. yê Amerîka di 29’ê Berfanbarê de di 100 salîya xwe de koça dawî kir.

Hevtayên seroktîyê yên Carter yên ku di jiyanê de; Bill Clinton, George W. Bush, Barack Obama, Donald Trump û Joe Biden, beşdarî merasîma cenazeyê ya li Washington bibin.

Tê çaverêkirin ku dora 3,000 kes beşdarî merasîma fermî ya îro bibin, û roja Pêncşemê wekî roja şîna neteweyî hat destnîşankirin, ku ofîsên federal girtî ne.

Serok Joe Biden wê jibo hevalê xwe yê Demokrat, Jimmy Carter gotarek rûmetê pêşkeş bike, li dêra Episcopal ku cîhek kevneşopî ya oxirkirina koça dawî ya serokên Amerîka ye, ji Dwight Eisenhower û Ronald Reagan bigire heya George H.W. Devî.

Biden di hevpeyvînekê de bi USA Today re ku roja Çarşemê hat weşandin dîyar kir ku Carter jê xwestibû ku gotara sebilindî û rêzdarîya bo wî, divê ew pêk bîne dema ku du hevalên kevnar jibo cara dawîn çar sal berê hevdu dît bûn.

"Carter mirovekî birûmet bû. Ez bawer dikim ku Carter ne ji vir, lê ji vir (dil) cîhê ku her kesê din lê dijî, li cîhanê dinêrî," Biden got.

Merasîma fermî ya cenazeyê Carter, roja dawî ya mazûvanîya wî ya sê rojan li Kongresa Amerîka li paytext Washington DC ye ku ji Şêşemê ve tabûta wî ya bi ala Amerîkî pêçandî jibo serdana gel heya roja Pêncşemê demek kurt berî hilatina rojê vekribû.

Bi deh hezaran Amerîkî di du rojên borî de, serdana avahîya Rotunda ya Kongresa Amerîka kirin, da ku bi bêdengî û xemgînî rêzdarîya xwe jibo Carter nîşan bidin.

Jibo xatirxwestina ji Carter bi merasîmên şeş-rojî têne dar xistin ku roja Şemîyê destpê kirin û hemû alên Amerîka yên li seranserî welêt heta asta nîvê hatin daxistinê.

Carter jibo gereke serokatiyê, ji 1977 heta 1981’an seroktîya Amerîka û xizmet kir, di navbera îsraîl û Misrê de navbeynkarîya peymana aştiyê ya 1979’an kir.

Herwiha wî di 2002’an de jibo xebatên xwe yên mirovahî Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt.

Li dû merasîma dewletê, wê cenazeyê Carter were vegerandinê bajarê ji wî Plains li eyaleta Georgia, ku di 44 salên xwe yên piştî Qesra Spî de jiyana xwe li wir domand û bûye bingeha xebatên wî yên dîplomatîk û xêrxwaziyê.

Carter ji her serokên din yên Amerîka dirêjtir jiya û ew ji Sibata 2023’an vir ve li bajarê xwe Plains, li wîlayeta Georgia, di lênerîna nexweşxanê de bû.

Wî herî dawî di merasîma cenazeyê hevjîna xwe Rosalynn de, di Mijdara 2023’an de li pêş raya giştî xuya kir û axifî, ku wî kursiyek bi teker bikar anî û westîya xuya dikir.

Carter wê li kêleka hevjîna xwe Rosalynn jina xwe ya koç kirî, xanima yekê ya berê ya Amerîka Rosalynn Carter li bajarê xwe Plains, Georgia,were veşartin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG