Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Pêkhatên Kêmanî Daxwaza Xurtkirina Rola Civakî Dikin


Eve ecndaya rêkxistîya Dak bo ji bo geşepedana jinên Êzdî ev babete di simînarek vekrîda kefte ber dan û standinê di gel çalakvanên jin ji wan ol û netewên li parezgeha Duhok di jîn û hind reveberîyen taybetmend bi xortkirina rolê jineve di civakîda li parezgeha Duhok.

Ev çend hat piştî jina Êzdî li sala 2014 bi hatina Daeş gelek mihnet û derdeserî dîtin.

Dê çawan şên di dam û dezgeh û rêveberîyên li herêma Kurdistanê û rêveberîyên li parezgeha Duhok rola jinen kemîne hête ditin û bi çavek bey ciyawazî ji jinên din serderî di gel hêt kirin.

Disan behsa wan jinên Êzdî hat kirin yên ji destê Daeş rizgarbûn u çawanîya harîkariya wan ji her layekîve ku car din vegerin jiyana xwe ya siroştî û bi çavek mirovatî xwedî erade û şiyan temaşy wan bête kirin.

Li ser girngîya van renge simînaran û li hevhatina jinen kemîne li ser hijmarek raspardan bo cihen biryarê li parezgeha Duhok xanim Lazîma Yosif yek ji çalakvana Êzdî ji dengê Amerîkara axvî û got(ev rûniştinên hosa ev celse gelek di giringin û em bi hindek tewsîyata derkevîn ,ew tewsiyat jî bigehin cihên peywendîdar yên ku taybet bi mafê Afretêve).

Rêkxistîya Dak ji bo geşekirina jina Êzdî kar li ser biryara civata Êmnahiyê diket ya jimare 1325 sala 2000.

Sozan Sefer berpirsa rekxistîya Dak ji denge Amerîkara axvî û got(bi rastî em wek jinên Êzdî we wek rekxirawa Dak terkîzê li ser hindê dikeyin berê xwe nedene me wek zehiye belku em di pêşkeftine û xwedî hêz û şîyanin me efkarên heyin me timohatên heyin me jimarek baş ya jina heye li cihên qiyadî di gerin divêt pile û mensibên baş wergirin).

Di layek dinda ji vê simînare çendîn reveberî yên amade harîkarîya xwe bo jinên kemîne û yen Êzdî dan dîyarkirin ku kar biken ji bo jinên kemîne li edara parezgehê cihê baş bo bibin û bi çavek bey ciyawazî temaşay her jinek çalak biken û dê peyama we gehînin cihên biryar di destda.

Rekxistîya Dak rekxistîyek ne hikomîye taybete bi jina Êzdive, ev çalakîye bi hevkarîya rekxistîya Kordîd ya Holendî û bi harîkarîya Ajansa geşepedana Beritanî (Ukaid) hatye encamdan dîsan ev çalakîye de li deveren din yên weke Şêxan û Mosil û şingal û hind cihen din hên encamdan.

SB_Jinên_Kêmanî_Duhok
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG