Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Efrînî Banga NY Dikin ku Binpêkirinên Mafên Mirovan li Efrînê Rawestîne


Jinên koçber yên Efrînî roja Duşemê li Qamişlo, li pêşîya avahîya Neteweyên Yekbûyî xwepêşandanek li dar xistin û kiryarên grubên çekdar li Efrînê û revandina jinên Kurd şermezar kirin.

Jinên Efrînî nameyek pêşkêşî nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî kirin û ji wê xwestin ku sînorek ji binpêkirinên li Efrînê re were danîn.

Di xwepêşandanê de jinên Kurd pankartên nerazîbûnê bilind kirin û ji Netewên Yekbûyî daxwaz kirin ku dengê xwe bilind bike.

Mîdya Omer, ku ser navê jinên Efrînî daxuyanî xwend, got ku jinên Efrînî dibin armanca reftarên gelek xirab.

“Me ji Antonio Guterres daxwaz kir ku hember binpêkirina mafê mirovan li dijî Kurdan, taybetî jî revandina jinên Kurd ji alîyê wan gruban ve rawestîne.

Hevseroka Zanîngeha Rojava, Ruha Mistefa ku ew jî Efrînî ye, got ku nabe civaka navnetweyî hember rewşa Efrînê bêdeng bîmîne.

Di xwepêşandanê de, nûnerên alîyên sîyasî û kesayetiyên Efrînê jî beşdar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Netewî ya Sûrî ku sîwana giştî ya komên çekdar e û piştgirî ji Tirkîyê digire, niha Efrînê kontrol dikin û jinên Efrînî xwest ku ew kom bikeve lîsteya terorê de.

XS
SM
MD
LG