Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinek Denîmarkî Endama DAIŞê li Tirkiyê Tê Desteserkirin


Roja Çarşemê Jineke Denîmarkî ya ji esl de xelkê Lubnanê ye û endama rêxstina şîdetkar ya dewleta Îslamê DAIŞê li Tirkiyê hatîye girtin.

Ajansa Nûçeyan ya Fransa AFP îro li gur Ajansa Anadolu ya girêdayî dewleta Tirkiyê ragihand ku jina hatî girtin ya bi navê A. A. M. tê texmîn kirin ku Cîhaî be, li bajarê Bursa li bakurê Rojavayê Tirkiyê hatîye giritin, piştî ji Sûriyê vegeriyayî, li gel wê pasporteke sexte hatîye dîtin, li Sûriyê di nava DAIŞê de bû bi rêyên dizî hatîye nav axa Tirkiyê.

Înterpolê navê wê jina Denamîrkî ragihand bû, piştî ku çûbû Sûriyê tevlî rêxistina DAIŞê bûbû.

Dem li sala 2011an şerê li Sûriyê hatbû destpêkirin Tirkiye bingeha sereke ya derbazbûna nav axa Sûriyê bû, bi taybet bû kesên ji welatên Rojavayî dihatin û derbazî Sûriyê dibûn jibo tevlî rêxistinên Cîhaî bibin li Sûriyê.

XS
SM
MD
LG