Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundî li Dij Jinan li Herêma Cizîra Bakurê Sûriyê


Arşîv: Şahiyên 8ê Adarê li Tirbespîyê

Komela Mafê Mirovan ya Herêma Cizîrê raporta xwe ya nîva vê salê ya derbarê binpêkirinên der mafên jinan de eşkere kir.

Li gorî raportê di navbera 1- 1-2021 heta 5- 7- 2021 an de, 84 binpêkirnên dijî jinan li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê qewimîne.

Di daxwiyaniyeke taybete de bo Dengê Amerîka Rêvebara Komela Mafê Mirovan ya Herêma Cizîrê Evîn Juma got, ''bi rêya çalakvanan û hevdîtinên rû bi rû ev binpêkirin hatine belge kirin.''

Sedemên tundiya dijî jinan, encamên bûyerên tundîyê, çareyên rêgir û jin di dema şer û pevçûnan de di rapora komela mafê mirovana de di heyama 6 mehan de hatin eşkerekirin.

Li gorî raportê jin li bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû cureyên tundiyê rû bi rû mane, kûştin , revandin, dest dirêjiya sêksî û xwekûştin.

Li gorî komela mafê mirovan ku asta tundîyê li gorî desthiladarên herêmên cûda yê sûrîyê hat şopandin.

Ku sûrîyê niha li ser sê herêman li gorî hêza kontirolê hatîye dabeşkirin navbera HSD, herêmên Rêjîm heye, û çekdarên bi ser Tirkiyê ve.

Şermezarkirina tundiya li dij jinê li bakur û rojhilatê Sûriyê
Şermezarkirina tundiya li dij jinê li bakur û rojhilatê Sûriyê

Li gorî komla mafê mirovan ku herêmên jêr desthiladarîya çekdarên bi ser Tirkîyê ,tundîya li ser jinê di asteke pirr bilinde ye.

Di berdewamiya axftina xwe de Evîn Juma destnîşan kir ku wan ne tenê tawan û binpêkirin bi belgekirin e, lê di heman demê de rêgirtina ber tundîya li ser jinê hatine pêşnîyar kirin, û daxwazê ji rêvebrîya xweser dike ku çavdêrîya sazîyên têkildarî jinan ser civakê çalak û aktîv bike.

Li gorî raportên Komela Mafê Mirovan di serjimara kûştina jinan di bin navê (Paqişkirina Namûsê) hejmara vê salê ji sala derbasbûyî zêde tir bûye.

Devera ku herî zêde binpêkirin derheqê jinê de hatine tomarkirin kampa Holê ye li gorî raportê, 23 jin lê wê kampê hatine kûştin.

Li alîyekî din, li ser asta herêmên Rêvebirîya Xweser , Desteya Jin ya bakur û rojhilatê Sûriyê roja 10 vê mehê bi daxwiyaniyekê serjimara giştî yê nîv salê ya binpêkirinên dijî jinan ji aliyê xwe ve ragihand.

Di daxwiyaniyê de hate eşkerekirin ku li ser asata bakur û rojhilatê Sûriyê ji yekî meha yekê ya 2021 heya 10 meha 7an, encam evin:

  • 657 binpêkirin hatine tomar kirin.
  • 666 rewşên berdanê .
  • 25 bûyerên kûştinê.
  • 58 bûyerên zewicandina keçên ku temenê wan di jêr 18 salî de ye.

Li gorî bisporan ku tevî zagonên rêvebirîyê ku li kêleka jinê ye, û hêza sazîyên jinan di rêvebirîyê de lê binpêkirin zêdebûne.

Şopîner bawer dikin ku serjimar nêzîkî rastîyê ne, lê hejmarên binpêkirinan zêdeyî serjimarên tomarkirî ne, bi taybetî ku herêmên civaka hoz û êlan tundîya li ser jinê perçak ji irf û adetên wê herêmê ne.

Li alîyekî din, sedemên bilindbûna tawan û tundîya li ser jinê di serî de bi hişmendîya civakê, û jinê bi xwe girêdayî ye, her wisa rewşa şerê navxweyî û rewşa aborî ya xerab sedemên sereke ne di vê rewşê de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:16 0:00

XS
SM
MD
LG