Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Kurd Çawa Qala Jiyana Amerîkayê Dikin?

Hejmarek jinên Kurd di nav de xwişka Margirênt George, yekem Pêşmergeya jin a Şoreşa Îlonê li Kurdistana Îraqê bo Dengê Amerîkayê axivîn û behsa azadî, demokrasî, alîkarî û derfetên jiyanê yên k Amerîkayê dane wan, kirin.

Hejmarên herî zêde yên koçberên Kurd di nîva salên 1970an, dawîya salên 1980an û nîva salên 1990an de ji sedsala borî hatine Amerîkayê.

Roza George
Roza George

Di nav jinên Kurd de yên hatine Amerîkayê hene ku gihane pileya Balyoz, efserên polîs, firokevanên Hêlên Esmanî yên Amerîkî, Nûjdarên navdar û gelek wezîfe û pileyên din.

Ew ji bajar, gund û herêmên çiyayî tevî malbatên xwe ji nava civakek muhafizkar hatine Amerîkayê, weke ew dibêjin, welatê derfetane û cudahiyê naxe nava civakên cihereng.

Ji bo nifşê yekê yê jinên Kurd, Amerîka welatek biyanî û pir zehmet bû, Roza George(Corc) xwişka yekem pêşmergeya jin di şoreşa Îlonê de li Kurdistana Îraqê Margirêt George ku Krîstiyaneke ji herêma Berwarî Bala ye, ew li dawiya salên 1970an hatîye Amerîkayê û karê wergerê ji Înglîz bo Kurdî û Edrebî kiriye.

Îpek Xalid
Îpek Xalid

Roza dibêje, "têkelîyên civaka Kurd ligel Amerîkîyan gelek baş bûn," ew her weha dibêje "Amerîka welateke cudahîyê naxe navber civakên pirreng, her hemî wekhev û yeksan tên dîtin."

Roza got jî kurdîya xwe heta astekî parastîye ji ber ku têkelîyên wê bi jin û civaka Kurd re bihêze û têkliyên berdewam hene.

Nesrîn
Nesrîn

Îpek Xalid Sindî ku keçeke Kurd a ji nifşê duyan yên koçberên kurd e li Amerîka, wê got "Em spasiya Amerîkayê dikîn ku derfetên jiyaneke nû dan me." Ew niha Endaziyara Medenî ye û hem kultura xwe ya Kurdî û hem ya Amerkî diparêze.

Jin û dayîka kurd Nesrîn ku karê mûzîkjenîyê dike û koma wan ya hunerî heye dibêje, ew gelek spasya şaredarîya Nashville dike ku destê alîkarîyê ji bo wan dirêj dikin.

Nîgar Ehmedî
Nîgar Ehmedî

Nîgar Ehmedî ku karmenda bankê ye dibêje "Amerîka hemî derfetên jiyanê dane jina kurd û divê ku jin wan derfetan bikar bîne û xwe pêş bixe."

Xanim Nîgar dibêje , Li Amerîka ti rêgiriyek tune ye, li gor hez û dîtina xw dikare pêş bikeve, "Eger ku îmkanên jinê hebin û hez bike dikare xwe bigihîne her pileyeke ku bixwaze, û divê jina kurd van derftean ji dest nede."

Kurd bi hêvîne ku nifşên nû yên ku li vî welatî tên dinê, di paşerojê de xwe bigihînin pileyên bilind yên rêveberîya sazî û dayîreyên mezin yên vî welatê pirrengî.

Jinên Kurd; Azadî, Hêvî û Derfetên Jiyaneke Nû li Amerîkayê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00
This item is part of
XS
SM
MD
LG