Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fatma Arslan: Di Sê Mehan de li Tirkîyê 86 Jin Hatine Kuştin


Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) ya Wanê Fatma Arslan di preskonferansê de
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) ya Wanê Fatma Arslan di preskonferansê de

Meclîsa Jinan ya Konfederasyona Sendîkayên Civakî (KESK) ya Wanê li bîranîna ‘25ê Mijdarê roja têkoşîna li dîjî tundîya li hemberî jinan di avahîya sendîkayê de preskonferansek pêkanî.

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) a Wanê Fatma Arslan di preskonferansê de axivî.

Arslan da zanîn ku li Tirkîyê her roj, 2 jin ji alîyê zilaman ve têne kuştin û di nava 17 salên dawî de jî bi giştî nêzî 15 hezar jin hatine kuştin. Herwiha Arslan got ku tenê di navbera mehên Îlon û Cotmeha vê salê de li Tirkîyê 86 jin hatine kuştin.

“Li welatê me desthilata sîyasî ku bi bîrdozîya îslama sîyasî tevdigere, bi şirîkatîya kapîtalîzm û hişmendîya bavsalarîyê tundîyê li ser jinan ferz dike. Tevî vê, jiber polîtîkayên newlîberal, şer, nijadperestî, yekparêzî, krîza aborî, êrîşên li hemberî beden û nasnameya jinan, rewş her diçe kambaxtir dibe.”

Di berdewamîyê de, Arslan destnîşan kir ku li hemberî vê rewşê wekî KESK’ê ewê heta 8’ê Adarê rêzeçalakîyan bidin destpê kirin û di van çalakîyan de li her derê wê têkoşîna jinan a hevpar bilind bikin.

Raporta Wanê - Arif Aslan 25 11 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:33 0:00


XS
SM
MD
LG