Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijerên Jin di Hilbijartina Qatarê de Bi Ser Neketin


Dîmeneke li paytext, Doha ya ji hilbijartinê Qeterê, yên di 2’yê Cotmeha 2021’an
Dîmeneke li paytext, Doha ya ji hilbijartinê Qeterê, yên di 2’yê Cotmeha 2021’an

Li Qatarê roja Şemîyê dengdana Konseya Şûra ya qanûndanînê bo cara yekê hate kirin û ti jin nehat hilbijartin.

Nayê çaverê kirin ku ev civata qanûndanînê rewşa desthilatdarîya li welat biguherîne.

Konseya Şûrayê ji 45 endaman pêk tê, sazîyeke bihêzên sînordar e berê bi erkdarkirina emîrê Qatarê ve dihatin bijartin ku ew wek civata şêwirmendîyê tê bi nav kirin.

Dengdana doh jibo destnîşan kirina 30 endamên Konseyê hate kirin.

Komîteya hilbijartinê ya wezareta karên navxe ragihand ku , Berbijerên mêr tevahîya 30 kursîyan bi dest xistine, tevî ku 28 jin di destpêkê de jibo mafê nûnertîyê beşdarî dengdanê bûne.

15 endaman din jî ji alîyê emîrê Qatarê têne destnîşan dike. Tê pêşbînî kirin Emîr wê mafê xwe rasterast bikar bîne da ku nehevsengîyê ser rast bike,

Nayê zanîn ku ewê destnîşankirênên 15 navên kengê werin eşkere kirin, yan konsey kengê bicive.

Li gor karbidestan rêjeya başderbûna dengdêran ji sedî 63.5 bû, ku ji hilbijartinên şaredarîyan yên 2019’an pir bilindtir e, dema ku tenê ji sedî 10’ê wan deng dabûn.

Ajansa Nûçeyan ya Qeterê ya dewletê ragihand ku bi tevahî 233 berbijer hebûn.

XS
SM
MD
LG