Hêzên Asayîşê li Kampa Holê 4 jinên DAIŞî ku hewil didan bi zarokên xwe re ji kampê birevin, desteser kirin.
Asayîşê da zanîn ku ew 4 jin hemwelatîyên Rûsya ne û her yek ji wan jibo reva xwe 100 dolar dane.
Asayîşê herwiha ragihand ku ajokarê Heyva Sor a Sûrî yê bi navê Besim Heyder Hemewî Îsmaîl jî hate girtin ku hewil dida wan kesana ji kampê derxîne û bibe Îdlibê.