Roja Yekşemê li bajarê Hewlêr, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, konferansek taybet bo yeksaniya reqezî û stratejîya bihêzkirina rolê jinê li herêma Kurdistana îraqê pêkhat.
Di konferansê de hejmarek pisporên biyanî û navxweyî, berpirs û kesayetiyên şareza û hejmarek berçav ya jinan beşdar bûn, nêrîn û ramanên xwe anîn ziman.
Dr. Nizar Îsmet ku beşdarî di paneleke konferansê de kirbû gote Dengê Amerîka "Armanca sereke ya konferansê ewe ku astê hişyariyê zêde bike li hember tundûtûjiya li dij jinê, û rêyên çareseriyê bibînin jibo tundiya li dij jinê, nemîne."
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Îraqê di konferansê de peyvek pêşkeş kir û got "Rastiyek heye ez dixwazim bêjim, ew jî ewe ku gelek behsa yeksaniya her du regezan – Jin û Mêran- tê kirin, ez dixwazim ramana xwe ya derbarê yeksaniya jin û mêran bi şêweke giştgîrî bêjim, armanca me ewe em civakek weha ava bikîn ku jin û mêr her du tê de di sûdmend bin, derfetên yeksaniya mafan hebin, bi yeksanî bikarin erk û mafên xwe bicih bînin."
Nêçîrvan Barzanî herwiha di axiftan xwe de got "Gelek sedem hene ku di civaka me de stem û zorî li ser jinan hebe û bimîne, ji wan sedeman: Zewaca bi zorî, kuştina jinan bi navê namûsê, destdirêja seksî, tundûtûjiya di nava malbatê û derveyî malbatê de, herwiha mandila kirina jinê û jêrdest hiştina wê."
Di nava beşdarên konferansê de hejmarek jinên çalakvan û rêvebir hebûn, Gezîze Bapîrî çalakvana jin gote Dengê Amerîka "Tiştê ku min di vê konferansê de têbînî kir ewe ku ev konferans ne gelek ji yên berê cûda ye, ewqas behsa pirsgirêkên jinan tê kirin, lê çareserî nayên dîtin."
Dr. Rêwas Fayeq Seroka Parlementoya Herêma Kurdistana Îraqê jî beşdarî konferansê bû û got "Şêweyên tundûtûjiyê, bi egera hebûna tekenolojiya nû hatine guhertin, û 50% zêdebûna tundûtûjiya li dij jinê bi rêya alavên teknolojiya nû pêk tên."
Ji hejî gotinê ye ku Konferansa Yeksaniya Regezî û Bihêzkirina Pêgeha Jinê li Herêma Kurdistanê bi hevkariya di navbera zanîngehên Silêmanî, Hewlêr û Duhok de pêkhatiye.