Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê di 11 Mehan de 255 Jin Hatin Kuştin


Pîrozbahîya Roja Jinên Kedkar li Wanê
Pîrozbahîya Roja Jinên Kedkar li Wanê

25ê Mijdarê roja Tekoşîna Hember Tundûtûjiya ser jinê ye. Lê li Tirkiyê di nav 11 mehan de 255 jin hatin kuştin.

Li gorî malpereke ku li dijî kuştina jinan hatiye sazkirn, di nav 255 jinên ku îsal hatine qetil kirin de, 47 ji wan jibo ku dewa berdanê (telaq) kirine hatine kuştin. Ji sedî 9ê van jinan beriya ku bên kuştin, giliyê kujerên xwe kirine.

Ji sala 2010’î vir ve 1134 jin hatine kuştin. 608î ji aliye hevjînê xwe; 161î ji ji aliye xoşewistê xwe; 213 jin jî ji aliye endamên malabata xwe ve hatine kuştin.

Li Tirkiyê Li gorî lêkolînê tundutujîya ki ser jnê din av 8 salan de pir zêde bûye.

-2008: 80

-2009: 109

-2010: 180

-2011: 121

-2012: 210

-2013: 237

-2014: 294

-2015: 255

Komela Mafê Mirovan (İHD) li Amedê bi daxuyaniyek rapora 10 mehan ya tundûtujiya li ser jinên herêmê ji raya giştî re eşkere kir.

Li gorî raporê din av 10 mehan de li herêmê

5 jin ji aliye hêzên ewlekariyê;

27 jin jî ji aliye xizmên xwe,

15 jin jî ji aliye kesên ne diyarin hatine kuştin.

Herwiha 23 jin jî xwe kuştine.

Li gor raporê sîstema Dadê ya Tirkiyê, di dozên tundûtujiya li ser jinê bê edaletiyek mezin heye û dema kuştina jinan de cezayê giran li kûjeran nayê birin.

Herwiha rapor balê dikşîne ser qedexeyên derketina ji malan, îlan kirina herêmên bi ewle.

Tê destnîşankirin, ev qedexe, bê hiqûqe û dibe sedemek mezin ku bi destê hêzên ewlekariyê yên dewletê li ser jinan jî tundûtîjî çêbibe.

Ji aliye din ve, Daîreya Politikaya Jinan ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, xeteka taybet jibo jinan vekir da ku dema rastê tundûtujiyê hatin, jin dikaribin hewarê bixwazin.

Seroka Daireya Polîtikaya Jinan ya şeradariyê Yuksel Acet jibo Dengê Amerîka behsa vê xebatê dike.

25ê mehê di roja tekoşîna li hember tundutûjiya li ser jinê HDP, DBP, KJA û şaredarî jimareke çalaki û bername lidardixin.

KHF_11_24_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:10 0:00

XS
SM
MD
LG