Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Platforma Jinan: Îsal li Wanê 10 Zarok Û Jin Hatin Kuştin


Platforma Jinan li Wanê
Platforma Jinan li Wanê

Platforma Jinan ya Wanê raporek li ser destdirêjî û kuştina jin û zarokan li avahîya şaxe Sedîkaya Ketkarên Perwerdê û Zanistîyê (Egîtîm-Sen) bi pres konferansekê eşkere kir.

Di raporê de hat dîyar kirin ku ji serê salê hita niha 8 jin û 2 zarok bi guman hatine kuştin û 4 zarok jî rastî destdirêjîyê hatine.

Endama Platforma Jinan ya Wanê Seda Guler li ser navê komê rapor xwand û anî ziman ku ev suçên li hember jin û zarokan tê kirin li ser civakê şikestinek mezin ya deronî çê dike û got ku divê li hember vê rewşê were sekinandin.

“Tirkîyê jibo parastina mafên zarok û jinan peymana navnetewî îmza kirine, hîn jî bicihanîna berpirsiyariyên peymanan û gavên pêwîst, helwestek zelal nîşan nade û suçdaran ceza nake an jî kêm ceza dike.”

Guler got ku van salên dawî de bi taybet di dema belavbûna vîrusa korona de tundî û zewicandina dîjî zarokan zêde bûye û ev jî jibo welatê me wêneyek tarî ye.

Guler bal kişan ser bûyera destdirêjîya li bajarokê Elbakê (Başkale) ku ji alîyê karmendê dibistanê Y.K. ve dîjî xwandevanek zarok pêk hatibû, got ku hin axayên aşîretan xwastin vê bûyerê veşêrin.

"Piştî ku bûyer li ser medyayê hat balav kirin û malbatê xwast gilî wî kesê berguman bike, lê hin pêşengên eşîrêtan li bajarokê Elbakê derketin û gefa kuştinê li malbata wê zarokê wan hat kirin. Dîsa li dibistanek navendî ji alîyê mamosteyek ve li dijî sê zarokan taciz pêk hatiye."

Guler, herîdawîyê anî ziman ku desthilatdar bi polîtîkayên ne cezakirina suçdaran pêşîya bûyerên tecawîz û tacîza li dijî zarok û jinan vedike. Wê got ku divê carek din Peymana Stanbolê bikeve meryetê û suçdar werin ceza kirin.

Raporta Wanê 12 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG