Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakırhan îro Çarşemê di salvegera çaran a kuştina Jîna (Mahsa) Emînî li Tehranê de peyam weşandin.
Jîna Emînî, jineke ciwan a Kurd a 22 salî bû û ew ji bajarê Seqizê yê li rojhillatê Kurdistan -bakurê rojavayê Îranê - bû. Jîna di 16’ê Îlona 2022’an de, sê roj piştî ku li Tehranê ji alîyê polîsên exlaqî ve bi îdîaya binpêkirina pîvanên desmala serî hatibû desteser kirin, jiyana xwe ji dest da.
Mirina wê li seranserê Îranê bû sedema protestoyên girse, ku jibo maf û azadîyên berfirehtir, bi taybetî mafên jinan, hatin daxwazkirin.
Tulay Hatimogullari di peyama xwe ya ser X’de got ku çar sal piştî mirina wê, nav û berxwedana Emînî di têkoşîna jinan de dijî û herwiha ew hê jî sembola tekoşîna jinan e.
“Li dijî wan yên ku ji yek tayê por ditirsin, Jîna hê jî dijî. Wêrekîya jinên ku porê xwe didin ber bayê serhildanê gur dike... Silav ji jinên ku porê xwe kirin sembola azadîyê; silav ji berxwedana ku serhildana Jin, Jiyan, Azadî ji tevahîya cîhanê re da nasandin,“ wê got.
Tuncer Bakirhan jî di peyama xwe ya li ser X’ê de got: “Di salvegera çaran a kuştina wê de, em Jîna Emînî bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Bakirhan destnîşan kir ku tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku piştî mirina Emînî destpê kir, veguherîye tevgereke jinan a cîhanî.
“Şoreşa Jin Jiyan Azadî ji Tehranê dest pê kir û li çar aliyê cîhanê bû serhildana hevpar a jinan. Ev serhildan; li dijî yekperestî, zayendperestî, mêrperestî û mîlîtarîzmê ji bo azadî û wekheviyê bilind bû. Hezar silav li jinên ku alaya Jin Jiyan Azadî bilind kirin,” wî got.
Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû yek ji sembolên sereke yên van protestoyan û li ser asta navneteweyî jî deng veda.
Salveger li tevahîya heremên Kurdan û li gelek heremên cîhanê bi merasîm û protestoyên dijî Îranê têne bîr anîn. Çalakvanan roja Çarşemê serdana gora Emînî ya li Seqizê kirin û balonên spî yên ku navê wê û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li ser bûn, hildan.
Îro jî li gelek bajarên Rojhilat greva giştî tê darxistin û karsazan kargehên xwe venekirin. Girev jibo bîranîna Emînî û piştgirîya bi tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” tê darxistin.