Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Seranserê Îranê Xwepêşandanên Piştî Kuştina Jîna Amînî Didomin


Bi kêmî heşt xwepêşander Îranê heta îro Çarşemê hatine kuştin piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ji alîyê polîsê moralî ve.

Nerazûna xelkê dijî hikûmeta Îranê zêde bûye ji dema ku desthilatdaran roja Înê mirina Amînî ya 22 salî ragihand. Keça Kurd 13ê Îlonê ji alîyê polîsê moralî ve hatibû girtin jiber ku porê xwe li gor qanûnên tund yên Komara Îslamî nenixumandibû.

Jiber lêdan û êşkencê ji alîyê polîsê Îranê ve, Amînî jîyana xwe ji dest da.

Di xwepêşandanên seranserê bajarên Îranê de, hinek jinan wekî protesto hîcabên xwe ji serên xwe hilanîn, ew şewitandin û bi awayekî sembolîk porê xwe jê kirin.

Jîna Amînî. Wêne: Luqman Ehmed/VOA
Jîna Amînî. Wêne: Luqman Ehmed/VOA

Li gor raportên medyaya dewleta Îranê, heta roja Çarşemê xwepêşandan li bêtirî 15 bajarên Îranê derketin û di encama wan de polîsan gaza rondik-rêj bikar anîn û nêzîkî 1,000 kes girtin.

Li gelek xwepêşandanan sloganên wekî “Mirin bo dîktator!” û “Jin, jiyan, azadî!” ji alîyê xwepêşanderan ve hatin bikar anîn.

Li gor ajansa IRNA ya fermî, xwepêşanderan kevir avêtin hêzên ewlekarîyê û agir bi trimbêlên polîsan xistin. IRNA herwiha ragihand ku xwepêşandan li bajarên wekî Meşhed, Tebrîz, Îsfahan û Şîraz jî derketin.

Rêberê bilind yê Îranê Ayatollah Alî Xameneyî roja Çarşemê gotarek pêşkêş kir, bêyî ku behsa xwepêşandanên li welêt bike.

Li Neteweyên Yekbûyî, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly ji ajansa AFP re got ku “divê rêbertîya Îranê bala xwe bide ku xelk bi rêka xwe wan girtîye ne kêfxweş in. Rêkeke din heye ku ew dikarin bigirin.”

Xwepêşandan berî her derê li parêzgeha Kurdistan derketin, ku Jîna Amînî bi xwe jî xelka wê deverê bû. Di encama wan xwepêşandan de, sê kes ji alîyê polîsan ve roja Sêşemê hatin kuştin.

Fermandarê polîsê parêzgeha Kurdistanê Alî Azadî îro Çarşemê ragihand ku kesekî din jî hate kuştin.

Li parêzgeha Kermanşahê jî du xwepêşanderên din hatin kuştin.

Rêxistina Kurdî ya Hengaw ya mafên mirov got ku du xwepêşanderên 16 û 23 salî jî li parêzgeha Rojavayê Azerbeycanê hatin kuştin.

Hengaw herwiha da zanîn ku di encama tundûtûjîya hêzên ewlekarîy Îranê de 450 kes birîndar bûne û 500 kesên din jî hatine girtin.

XS
SM
MD
LG