Di salvegera 4'an a mirina Jîna Emînî de dîsa rêxistinên mafên mirov, berpirsên hikûmetên Ewropayê û Amerîkayê wê xanima Kurd bi bîr tînin û daxuyanîyan parve dikin.
Jîna Emînî Kî Ye?
Jîna Emînî ya 22 salî ji Seqizê bû, di Îlona 2022’an de li Tehranê bi îdîaya ku binpekirina pîvanên danîna destmala serî hatibû desteser kirin, 3 rojan piştre, di 16'ê Îlonê de li Tehranê jiyana xwe ji dest da.
Mirina wê bû sedema destpêkirina xwepêşandanên girseyî ku ji Seqizê destpê kir û piştre li gelek bajarên Îranê û heta li seranserî cîhanê belav bûn.
Dirûşma Kurdî “Jin, Jiyan, Azadî” jî bû yek ji dirûşmên sereke yên xwepêşandanan û piştre ji derveyî Îranê, li gelek welatên din li seranserî cîhanê belav bû û weke 'Tevgera Jîna Emînî' hat naskirin û heta niha jî dom dike.
Helwesta Amerîka û Kongrêsa Amerîkayê Ser Bûyerê
Di Kongrêsa Amerîkayê de gelek gav li ser mirina Jîna Emînî û xwepêşandanên Îranê hatin avêtin. Di 29'ê Îlona 2022'an de, komek senatorên herdu partîyan projeyasayek pêşkêş kir ku mirina Jîna Emînî û zordarîya sîstematîk li dijî jinên Îranê şermezar kir.
Komîta Têkilîyên Derve ya Senata Amerîkî (Senate Foreign Relations Committee) di Kanûna 2022'an de projeyasa ji endamên Kongrêsê yên herdu partîyan hatibû amadekirin pejirand ku piştgirîya mafên bingehîn ên xelkê Îranê dikir û bersivdana tund a hêzên rejîma Îranê şermezar kir.
Heta niha gelek projebiryar derbarê mirina Jîna Emînî û xwepêşandanên piştî mirina wê ji sala 2022'an heta 2026'an derketine û piştgirî dane mafên azadîya jinê û azadîya ramanê û zordarîya rejîma Îranê şermezar kirine.
Heta îro bi domdarî Serokê Amerîka Donald Trump û wezîr û berpirsên din daxwaza serhildana gelê Îranê dikin li dijî rejîma Tehranê ya çewsêner.
YE û Mirina Jîna Emînî
Yekîtîya Ewropayê(YE) di Cotmeha 2022'an de, piştî mirina Jîna Emînî weke bersivek ji bo rejîma Îranê, Komisyona Yekîtîyê 11 kes û 4 sazîyên Îranî xistin lîsteya cezayên girêdayî mafên mirovan û got ku wan di mirina Jîna Emînî û tepisandina xwepêşandanên piştî mirina wê de rol hebû.
YE herwiha daxwaz kir ku mirina wê bi awayekî rast were lêkolînkirin. Sala 2022'an dema ku bûyera mirina Jîna Emînî gerim bû civîna welatên G7 hebû, wê koma welatan jî bi daxuyanîyeke hevbeş mirina Jîna û zordarîya li dijî xwepêşanderan li seranserî îranê şermezar kirin.
Neteweyên Yekbûyî
Ji derveyî daxuyanîyên şermezarkirinê, Netewên Yekbûyî ji sala 2022ê heta niha gelek projebiryar û sazkirina komîteyên diyarkirina rastîyan derbarê mirina Jîna Emînî û kuştina xwepêşanderên Îranê pêkanîne.
Lêkolîna Komîsyona Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê jî girîng bû. Komîsyonê di 2024'an de lêkolîn encam da ku binpêkirinên mafên mirovan di çarçoveya tevgera Jin, Jiyan, Azadî de qewimîne û Jîna Emînî di bin tundîya fîzîkî ya ku ji aliyê karbidestên dewletê ve hatiye bikaranîn, miriye.
Komîsyonê herwiha li ser binpêkirinên mafên mirovan û pêvajoya tepisandina xwepêşanderan raporên berfireh belav kirine.
Civaka Sivîl û Karkeran li Rojhilatê Kurdistanê
Deh rêxistinên civaka sivîl û karkeran li Rojhilatê Kurdistan û Îranê îsal di salvegera çaran a mirina Jîna Emînî de, daxuyanîyeke hevbeş weşand.
Rêxistinan got ku tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” piştî çar salan hîn jî berdewam dike û li qadên cuda yên civakê belav bûye. Wan ev tevger wekî têkoşîneke dijî zordarî, cudakarî, newekhevî û hejarîyê, pênase kir.
Îro navê Jîna Emînî ne tenê bi bûyera Îlona 2022'an ve girêdayî ye; ew bûye nav û sembola tevgera ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li seranserê cîhanê belav kir. Mirina wê bû sedema ku pirsgirêkên wekî serpoşîya mecbûrî, mafên jinan, mafên gelên bindest û Kurdên Îranê, azadîya ragihandinê û mafê xwepêşandanê li ser asta navneteweyî bên nîqaşkirin.