Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd bi Çalakî û Peyaman Salvegera 4'an a Mirina Jîna Emînî bi Bîr Tînin

Arşîf- Xwepêşandana li Torontoya Kenedayê, di salvegera sêyemîn a mirina Jîna Emînî de beşdarî xwepêşandanekê dibin (14'ê Îlona 2025'an). AFP
Arşîf- Xwepêşandana li Torontoya Kenedayê, di salvegera sêyemîn a mirina Jîna Emînî de beşdarî xwepêşandanekê dibin (14'ê Îlona 2025'an). AFP

Gelek rêxistinên jinan û yên civaka sivîl yên Kurd ji çaralîyê heremên Kurdan û cîhanê îro Çarşemê bi daxuyanîyan salvegera çaran a mirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bi bîr anîn û piştgirîya xwe ji tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” re nîşan dan.

Li gelek bajarên Kurd ên Îranê, li Rojhilat karsazî û firoşgeh ji bo salvegera çara a mirina Jîna Emînî beşdarî greva giştî bûn. Grev piştî banga Hevpeymanîya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê hat darxistin. Li gor Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê (KHRN) tevî zêdekirina tedbîrên ewlehîyê û gefên saziyên ewlekarî yên Îranê, li herî kêm 9 bajaran dikan hatin girtin.

Çar girtîyên siyasî yên Kurd — Zeyneb Celalîyan, Werîşa Muradî, Sakîne Perwane û Mûtelleb Ehmedîyan — ragihandin ku jibo piştgirîya greva giştî wê îro Çarşemê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Jîna Emînî (Arşîf)
Jîna Emînî (Arşîf)

Platforma JÎNA, ku jinên Kurd ji Îranê tîne cem hev, ragihand ku serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku piştî mirina Emînî dest pê kir, jibo azadî û guherîna civakî. veguherîye tevgereke berfirehtir.

Platformê got ku jinên Kurd di vê tevgerê de roleke pêşeng lîstine û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li seranserê Îranê bûye semboleke hevpar a jinan. Platformê piştgîrî da greva giştî û bang li jin û ciwanan kir ku beşdar bibin.

JÎNA herwiha bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û civaka sivîl kir ku jibo rawestana desteserkirin, darvekirin û zextên li Îranê zexta ser Theranê zêde bikin. Platformê got ku tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” bi daxwazên azadî, dadmendî û guherîna civakî didome.

Jîna Emînî (Arşîf)
Jîna Emînî (Arşîf)


Gelek rêxistinên din ên mafên mirovan ên Kurd û Îranî jî bi daxuyanîyan salvager bi bîr anîn û xwestin ku di derbarê mirina Jîna û tepeserkirina protestoyên piştî wê de berpirsîyar werîn dîyarkirin.

Wan herwiha ser berdewamîya desteserkirin, darvekirin û sînordarkirinên li ser jin û çalakvanên siyasî li Îranê fîkarên xwe anîn ziman.

Li Tirkîyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) Jîna Emînî û jinên ku di protestoyan û girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. TJA’yê got ku tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” ji sînoran derbas bûye û veguherîye tevgereke navneteweyî ya jinan.

Însiyatîfa Yekîtîya Demokratîk jî li Enqerê daxuyanîyek da û got ku Jîna li Kurdistanê û li seranserê Rojhilata Navîn bûye sembola têkoşîna azadîyê.

Li bakur û rojhilatê Sûrîyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Jîna û kesên ku di protestoyên piştî mirina wê de hatine kuştin, bi bîr anî.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê evprotestoyên we demê di têkoşîna jinan de mîna xaleke werçerxanê pênase kir û ragihand ku jinên Kurd, Ereb, Fars, Belûç û yên din li dora daxwazên azadî û wekhevîyê bûne yek.

Platforma Yekîtîya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewrupa jî salveger bi bîr anî û got ku “Jin, Jiyan, Azadî” bûye derbirînek cîhanî ya berxwedana jinan, lê koka wê di tevgera jinên Kurd de ye.


This item is part of
XS
SM
MD
LG