Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meclîsa Jina Sûrî Dixwaze di Çareserîya Sîyasî de Xwedî Rol Be


Meclîsa Jina Sûrî ragihand ku ewê jibo bihêzkirina rola jinan di çareserîya sîyasî de li Sûrîyê xebatên xwe zêde bike.

Hevrêzkara meclîsê Gulan Silêman ji Dengê Amerîka re da zanîn ku, di plansazîya wan de ye ku guvaşê li alîyên peywendîdar bikin jibo doza jinê berçav be, daku bi roleke serekî di pêvajoya guhertina destûrî de rabin.

“Şerê ku li Sûrîyê berdewam dike, jin dê kanibe wî bidawî bike, jiber ku ew ya herî zêde ji êşên şer bandor bûye, ku jin tê kuştin, revandin, koçberkirin û destdirêjî jî lê tê kirin, loma tê xwestin ku yekîtîyek di nava jinên Sûrîyê de çêbibe, jibo şer raweste û jin bibe xwedî rola serekî di çareserîya sîyasî de”, Silêman got.

Meclîsa Jina Sûrî roja Duşemê kongreya xwe ya duduyê li bajarê Helebê, li taxa Kurdan Şêxmeqsûd, lidar xist.

250 jinên ku ji hemû herêmên Sûrîyê ne di kongreyê de beşdar bûn, anku ji herêmên di bin kontrola rejîmê de û yên jêr destê opozisyona Sûrî ku girêdayî Tirkîyê ye, herwiha ji herêma Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê.

Rêvebira Ofîsa Ragihandinê di meclîsê de Medya Midewer hin xalên derencama kongreyê parve kirin.

“Belgekirina sûc pinbêkirinên derheqê jina Sûrî de, derxisitna hemû dagirkerîyan ji nav axa Sûrîyê û lêpirsîna dewleta Tirk ji ber tawanên li bakur rojavayê Sûrîyê encamdane, herwiha lidarxisitna kongreyên jibo aştîya li Sûrîyê, bi beşdarîya jinên li hindurê Sûrîyê û yên li derve jî”, Midewer got.

Di kongireyê de tevî xwendin û nîqaşa li ser rewşa rêxistinî û sîyasî, 3 hevrêzkarên meclîsê ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanî, hatin hilbijartin, herwiha plansazîya xebata meclîsê di siberojê de hate erêkirin.

Her di derbara mijarên ku Meclîsa Jina Sûrî dixwaze pirtir li ser bixebite, hevrêzkara maclîsê Gulan Silêman got ku ewê guhdanê bidin jinên li kampan ku ketine bin bandora hizra tundrê.

“Emê hewl bidin bi rêya kursên perwerdeyê û hînkirinê, alîkarîya wan jinên ku ketine bin bandora hizra tundrê, bikin, daku ew jinû ve tevlî nava civakê bibin, jixwe em dizanin ku xwezaya jinê nehişk e û ew dûrî helwestên tundîyê ye”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Meclîsa Jina Sûrî sala 2017an hatibû damezrandin, ji wê demê ve û jiber sedemên cuda, lidarxistina kongreya duduyê hatibû paş xistin, loma çav li wê yekê ye ka jinên Sûrî piştî vê kongreyê dê çiqas karibin derencamên kongreyê li ser erdê pêk bînin.

NR_Syrian_Women's_Council_Conf
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00

XS
SM
MD
LG