Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Platforma Tundîya Ser Jinan li Efrînê Pêk Hat


Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dijî Tundîya ser Jinan, Navenda Lêkolînên Jinê (Jineolojî) li Kantona Efrînê platformek li dar xist.

Di platformê de hejamareke jinên ji kantonên Şehba û Efrînê herwiha ji bajarê Helebê beşdar bûn.

Derbara platformê û karê navenda lêkolînê jinê, endama komîta jineolojî li Efrînê, Dîrok Qehreman ji Dengê Amerîka re axifî.

“Armanca me ji darxistina vê platformê ew e ku jin bikaribin werin cem hev û mijarên girêdayî tundîyê nîqaş bikin. Erka tê xwestin li hember tundîyê çi ye û çawa karibin gavên zanistî bavêjin".

Qehreman bal kişand ser rola navenda jineolojî ku di nîqaşan de taybetî li ser sîstema dadmendîya civakî sekinîye û hewil daye bizane ku ta çi radeyê pirsgirêkn jinê çareser bûne.

Hêjayî gotinê ye ku navenda Jineolojî di meha Tebaxê de li Efrînê hate vekirin. Navend di mijarên girêdayî azadîyê jinê û pêşxistina rola wê di civakê de xebat û çalakîyên cuda li dar dixe.

XS
SM
MD
LG