Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aysel Işik: Rojnamevanîya Me Xûyakirdina Deng û Hakîkata Jinê Ye


Li Tirkîyê çalakîyek jibo azadîya rojnamevanan
Li Tirkîyê çalakîyek jibo azadîya rojnamevanan

Pêşîya 3'ê Gulanê Roja Azadîya Ragihandinê, hemû raport didin berçavan ku çandek dijminatî û tundutûjî ya li dijî ragihandinê lê, bi taybetî jî dijî rojnamevanîya jinan û rojnamevanên jin hîn zêdetir e. Li gor raportek Rexistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF), ku di 30'ê Nîsan'ê de hatîye weşandin, şîroveyên xedar û nîjatperest li ser medyaya civakî, e-mailên tehdîtkirinê, gefên nepenî yên li ser taybetî ya kesane û êrişên cinsî û fîzîkî bi rêkên gelek xirab, dijî rojnamevanên jin pêk tê. Lê, dîsa jî rojnamevanên jin ji rêya xwe ya rojnamevanîyê venagerin.

Aysel Işik , rojnamevan û edîtora JINNEWS - ajansa nûçeyan a jinan JINNEWS'ê ku bi tevahî ji hêla jinan ve tê rêvebirin e û bi taybetî nûçeyên ku bi jinan re têkildarin - di derbarê tecrûba rojnamevanî ya jinan de axifî.

"Armanca me xûyakirdina dengê jinê, rengê jinê û hakîkata jinê ye û ew di vê şopa hakîkatê dene."

Işık balê dikşine ku ew tevahîya nûçeyan dişopînin lê bi taybetî li ser nûçeyên jin û zarokan disekinin.Her wiha mijarên wekî sîyaset, aborî,zanîstî jî bi çav û nerîna jinan raport dikin.

Işık bi bîr dixe ku cûdatîya rojnamevanîya wan ziman e. “Zimanê jinê ye, zimanê gel e, rengê civakaye.”

Aysel Işik
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:18 0:00


XS
SM
MD
LG