Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xi Jinping Dê Serdana Koreya Bakur Bike


Medya dewletê ya Çînê ragihand serokê wî welatî Xi Jinping dê serdana Koreya Bakur bike.

Xi Jinping dê roja Pêncşem û Înê bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re kom bibe.

Li gor ragihandina medya Çînê, rêberekî Çînê piştî 14 salan cara pêşî serdana Koreya Bakur dike.

Koreya Bakur jî piştrastkir ku rêberê Çînê dê serdanê bike, lê ti kitekit neda.

Hêjayî bîrxistinê ye, serdana Jinping li demeke ku girjîya di navbera Amerîka û Koreya Bakur de gur bûye rast tê.

Serokê Amerîka Donald Tump û Kim Jong Un di meha Sibatê de li Vîetnamê kom bûbûn, lê ji hevdîtina wan ti encam derneketibû.

Piştî civînê nûnerên her du dewletan ser têkbirina danûstandinan hevdu tawanbar kiribûn.

XS
SM
MD
LG