Breaking News

Amerîka û Çîn Derbarê Kontrola Mirovan li ser 'Jîrîya Bala' ya Leşkerî Lihev Kirin

Serok Trump û Serokê Çînê Xi Jinping
Serok Trump û Serokê Çînê Xi Jinping

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Besant hefteya borî ji CNBC re got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping di civîna xwe ya li Çînê de li hev kirin ku divê mirov her gav di biryarên ku bi rêya Jîrîya Bala ya leşkerî pêk tên beşdar bibin.

Hikûmeta Amerîkayê li şûna 'jîrîya çêkirî' peyva 'jîrîya bala' bi kar tîne.

Ev peymana di navbera her du serokan de di tu daxuyaniyek nivîskî de nehatiye behs kirin. Şîroveyên Bessent di demekê de tên ku Washington û Pekîn ji bo serokatiya cîhanê di jîrîya bala de pêşbaziyê dikin. Amerîkayê bi sînordarkirina gihîştina Çînê ji teknolojiyên pêşkeftî û çîpên komputerê yên asta bilind, hewl da ku serdestiya xwe ya teknolojîk biparêze, her çend wê destûr da beşekî firotanê, wekî pêvajoyên H200 ên Nvidia, di bin destûrnameyên taybetî de.

Pispor daxwaza sînorên zelal bo danîna jîrîya bala ya leşkerî dikin

Kitsch Liao ji Navenda Konseya Atlantîkê ji VOA re got ku Artêşa Rizgariya Gel hewl daye ku jîrîya bilind bikar bîne da ku biryardana leşkerî bilezîne û bi leztir ji rikeberên xwe serdestiyê bi dest bixe.

Liao got ew ji bo hevraye Trump û Xi re dipejirîne ku bêyî sînorkirinên zelal li ser kîjan biryar divê di destên mirovan de bimînin, fermandarên leşkerî dikarin di bin zexta şer de xwe bispêrin pêşniyarên alavan.

Liao gor; "Xeletîyên jîrîya çêkirî yên ku dibin sedema windakirina jiyana mirovan, xwe dubare dikin heya ku xeletîyek karesatbar her kesî neçar dike ku ji nû ve bifikire".

Liao tekez kir ku "hîn senaryoyên berbiçav tune ne ku nîşan bidin ka xeletîyên jîrîya çêkirî çawa dikarin şerekî bidin destpêkirin, pevçûnê zêde bikin an şer dirêj bikin. Divê em erkê xwe bicîh bînin."

Pêşengên jîrîya bala hişdarîya destberadana kontrola mirovî didin

Nîgeraniyên li ser jîrîya bala ne tenê bi pirsên leşkerî de hatîye sînordar kirin. Di 22ê Mijdarê de, berpirsê jîrîya çêkirî yê sereke yê Meta, Alexander Wang, gotarek bi sernavê 'Jîrîya Bala bê Rê de ye' li sr Xê weşand, ku hişyarî da li ser şiyanên zêde yên jîrîya çêkiriî û xetera windakirina kontrola mirovan bi ser teknolojiyê de.

"Zehmet e ku meriv cîhanekê xeyal bike ku mirovahî bi jîrîya çêkirî re ku di hemî waran de hezar carî ji mirovan zîrektir û jêhatîtir e di hemî waran de, û kontrolê diparêze," Wang nivîsand ku serxwebûn û şiyanek din bidin yekî; Lê ji bo ku vê yekê bi dest bixin, lêkolîner divê gavên cûda ji ya ku nihas heyî bavêjin.

Di vê navberê de, Endama Meclîsa Demokrat Yasmin Ansari gotara Wang li ser Xê weşand û pirsî ka çend hişyariyên din ji zanyar û endezyarên pêşeng ên jîrîya bala hewce ne berî ku qanûndaner ji bo rêkxistina sektorê tevbigerin. "Karê me yê pêşîn li Kongresê divê ew be ku em li ser laboratuarên jîrîya çêkirî ya pêşkeftî serdest bibin, bi lezgînî pêşkeftina jîrîya çêkirî ya pêşkeftî rawestînin û jîrîya çêkirî ya asta bilind qedexe bikin, ku nikare heta 2027an li bendê bimîne," wî nivîsand.

Nêrîna rêveberiya Serok Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye welatê wî li dijî "her cure globalîzasyon an tiştekî ku jîrîya bala kontrol dike an jî dixeniqîne" e. Wî her wiha soz da ku Washington dê destûrê nede qaîdeyên ku "potansiyela mezin a vê teknolojiyê hilweşînin."

Serok Trump got ku Amerîka "bi serbilindî di warê jîrîya bala de pêşengê cîhanê ye" û teknolojiyê wekî "hema hema bi tevahî baş" bi nav kir, lê got ku "hin aliyên neyînî" hene ku hewceyê çavdêriya nêzîk in. Wî hefteya borî di civîna APECê ya li Shenzhenê de got, "Ev jîrîya bala ye, lê divê em wê bişopînin, divê em hişyar bin û divê em wê biparêzin."

XS
SM
MD
LG