Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seredana Jeffrey li Kobanê Çawa Tê Nirxandin?


Bajarê Kobanê
Bajarê Kobanê

Serdana James Jeffrey, nûnerê taybet yê serokê Amerîka bo herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê û darxistina hevdîtinan bi partîyên sîyasî û fermandarên HSD'ê û serokeşîrên Ereb dibe cîhê razîbûna gelê Kobanê ku ev serdan dê encamên baş bîne.

Rojnemevan Stêrê Çelo îdia dike ku Jeffrey wê jibo yekrêzîya Kurdî xalên dawî zelal bike û herwiha di serdanê de dawîkirina krîza Sûrîyê û hêzkirina artêşa Amerîkî li rojhilata Firatê hat nirxandin.

Lê, jiber ku Jeffrey ji alîyê Kurdan ve tê tawanbar kirin ku ew piştî dagirkirina Girêsipî û Serêkanîyê ji alîyê Tirkîyê ve, alîgirîya Enqerê dike.

Hin rûniştvanên Kobanê metirsîyên xwe jî tînin ziman ku tevî ku di warê yekrêzîya Kurdan de encamên baş hebin jî ew pêşbînî dikin ku berjewendîyên Tirkiyê jî bi cîh werin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Jeffrey, berî were Bakur û Rojhilata Sûrîyê, serdana Tirkîyê kiribû. Ew niha li Hewlêrê ye û li gor çavdêrên sîyasî ev yek jibo piştrastkirina ser yekrêzîya Kurdî ye, ku Hewlêr jî rola xwe ya erênî di vê mijarê de bilîze.

MB_09_22_2020_Jeffrey
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

XS
SM
MD
LG