Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Helwesta Biden ya Derbarê Operasyona Refahê Rexne Dike


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Karbidestên Îsraîlî îro Pêncşemê piştî ku Serokê Amerîka Joe Biden jiber fikarên ser berfirehkirina operasyona leşkerî ya li Refahê biryara sekinandina şandina çekên jibo Îsraîlê da bertek nîşan dan.

Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Gilad Erdan ser biryara xeyalşikestina xwe ragihand.

Erdan dîyar kir ku ew ji destpêka şer vir ve jibo Biden minetdar in û lê ji wî bihistina biryarake wisa hem dijwar e hem jî xeyalşikestin çêkiriye.

Wezîrê Ewlekarîya Neteweyî Ben Gvir, ku bi sîyaseta xwe ya rastgirîya tundrê tê nas kirin, ji X’ê got ku ‘’Hamas ji Biden hez dike.’’

Serokê Amerîka Joe Biden do cara pêşî Îsraîl bi awayekî eşkere hişyar kir û got ku ger hêzên Îsraîlê êrîşeke mezin bibin ser Refahê wê Washingtonê alîkarîya çekan bisekinîne.

Biden ji CNN’ê re dîyar kir ku wî bi awayekî zelal gotiye ku ger hêzên Îsraîlê bikevin Refah ya li başûrê Gaza, ku bi koçberan tije bûye, ewê çekan nede.

Gotinên Biden yên li pêş bîragiştî gotinên herî tund in ku jibo sekinandina operasyona li Refahê hatine gotin û şikestina peywendîyên Amerîka yên bi Îsraîlê re, ku li Rojhilata Navîn hevbenda herî nêz ya Washingtonê ye, nîşan didin.

Biden qebûl kir ku Îsraîl, jibo pûçkirina Hamasê 7 meh in êrîşan dibe ser Gaza, li wir jibo kuştina sîvîlan çekên Amerîka bi kar tîne.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku Îsraîlê di êrîşan de heta niha 34,789 Filîstînî kuştine û piranîya wan sîvîl in.

Operasyonên Îsraîlê bo ser Gaza hatin destpêkirin piştî ku çekdarên Hamasê 7ê Cotmeha borî êrîş bir bû ser Îsraîlê û nêzî 1200 kes hatbûn kuştin ku piraniya wan sivîl bûn, di nav de zarok û jin hebûn. Herwiha nêzî 253 kes weke rehîne bi xwe re birbûn.

Li ser pirseke derbarê bombeyên 2000 poundî (907 kîlo) Biden got ku bi wan bombeyan û bi hin rêkên din li Gaza sîvîl hatine kuştin.

Karbidestekî payabilind yê Amerîka, ku bi şertê navê wî eşkere nebe axifî, dîyar kir ku Washingtonê li çekên jibo Îsraîlê nihêrîye û şandina 1800 bombeyên 2000 poundî û 1700 bombeyên 500 poundî sekinandiye.

Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Gilad Erdan di rojên borî de gotibû ku biryara ser sekinandina şandina çekan ‘’xeyalşikestineke mezin’’ çêkiriye û dîyar kiribû ku ew bawer nake ku Amerîka şandina çekan rawestîne.

Îsraîlê vê hefteyê êrîş bir Refah ku pirtir ji 1 mîlyon Filîstînî xwe sipartinê, lê Biden dîyar dike ku Îsraîlê êrîş nebiriye ser navendên nifûsan û ew wan êrîşan wek parçeyeke plana dagirkirinê nabîne.

Îsraîlê piştî Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş bir ser başûrê wê êrîş birin ser Gaza.

Karbidestên Îsraîlê dîyar dikin ku di êrîşên 7’ê Cotmehê de 1200 kes hatine kuştin, 250 kes hatine revandin û tê bawer kirin ku 133 kes ji wan hîn rehîne ne.

Amerîka jibo çekan hevbenda li pêş ya Îsraîlê ye û Washingtonê piştî 7’ê Cotmehê lez da şandina çekan.

Kongresa Amerîka meha borî jibo Îsraîlê foneke nû ya 26 mîlyar dolarî pejirand.

Biden dîyar kir ku ewê jibo Îsraîl kanînên xwe yên berevanîya xurt bike piştgirîya jibo wê dewletê bidomînin, lê got ku ewê çek û guleyan nedin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG