Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden Bang Tirkîyê Dike ku Toleyên Dijî Îranê Xûrtir Bike


Joe Biden Bang Tirkîyê Dike ku Toleyên Dijî Îranê Xûrtir Bike
Joe Biden Bang Tirkîyê Dike ku Toleyên Dijî Îranê Xûrtir Bike

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden jibo toleyên nû yên li dijî Îranê giwaştinê li ser Tirkîyê dike. Birêz Biden jiber helwesta wê ya rawestandina tepeserkirina hikûmeta Sûrî ya dijî xwenîşanderan, pêsna Enqerê da.

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê li Enqerê ye ku hevdîtinan bi Serokomar Abdullah Gul û Serokê Parlemanê Cemîl Çiçek bike.

Çend rojên piştî ku Amerîka toleyên aborî yên dijî Îranê xûrt kirin, Biden bang li Tirkîyê kir ku heman pêngavan bavêje.

Cîgirê Serokê Amerîka sîyaseta Tirkîyê ya dijî Sûrîyê pîroz kir ku bang li Serokê Sûrî Beşar Esed kirîbû ku desthilatê berde, piştî ku bi hezaran kes. Di tundîya heşt mehên borî de hatibûn kuştin.

Joe Biden her wiha Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî pîsand, bi gotina wî, jibo “rêbertîya rastîn” ya û hikûmeta wî.

XS
SM
MD
LG