Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotara Serok Biden li Ser kuştina Rêberê El Qaydê El Zewahirî


President Joe Biden speaks from the Blue Room Balcony of the White House, Aug. 1, 2022.
President Joe Biden speaks from the Blue Room Balcony of the White House, Aug. 1, 2022.

Piştî ku nûçeya kuştina lîderê El Qaîdeyê Eymen El Zewahirî hat ragihandin, Serokê Amerîka Joe Biden êvara Duşemê axaftinek kir.

Serok Biden di axaftina xwe de tekez kir ku divê axa Afganistanê wekî penagehek jibo kiryarek li dijî Amerîka neyê karanîn. Wî dubare kir ku Amerîka dê serê li hemî rêbazên pêdivî bide jibo parastina ewlehîya Amerîkîyan li nav Amerîka û seranser cîhanê.

Wî got "çi qas dem bigire û li ku xwe veşêrî, eger tu bibî metirsiyek li ser Amerîkîyan, tu yê bibînî ku Amerîka te bigehîne cezayê te."

Ev jî beşeke ji axaftina Serok Bîden e:
Li gor rênimayîyên min, Amerîka roja Şembî hêrişeka esmanî li Afganistanê bi serkeftî encam da û Eyman El Zewahirî hat kuştin.

El Zewahirî rêberê Bin Ladin bû û berdewam ligel wî bû û ew bû duyemîn kesê El Qayde û wî plana êrîşên ser Amerîka amdae kirbûn û berpirisyarîya kuştina 2977 Amerîkîyan bû di hêrişên 11 Îlonê vir ve.

Zewahirî bi dehan salan e ku plangêrê êrişên ser Amerîka ye û ji wan êrîşa sala 2000 ya li dijî gemîya cengê ya Col ê, ku tê de 17 endamên hêzên deryayî yên Amerîkayî hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn herweha rolek mezin di bombbarankirina herdu balyozxaneya Amerîka ya li Tanzanya û Kenya de hebûye û di encam de 224 kes hatine kuştin û 4500 kesên din jî birîndar bûne.

Zewahirî rêkek birî ku pirr bû ji kuştin û tundûtûjîyên dijî hemwelatîyên Amerîkî, serbazên Amerîkî, diplomatên Amerîkî û berjewendîyên Amerîka.
Berî 11 salan, piştî ku Amerîka Bin Ladin siza da, Zewahirî bû serokê El Qayide û ji veşargeha xwe hevkarî bi şaxên el Qayide yên li seranserî cîhanê kir û ferman da wan ku êrîşî armancên Amerîka bikin.

Wî vîdeyo tomar dikirin ku tê de bang li piştevanên xwe dikir ku hêrişê bikin ser Amerîka û hevalbendên wê, niha ew hatiye sizadan û êdî ev terorizma han nemaye û êdî xelkên cîhanê ne pêdivê ne ku ji vî kujerî êdî bitirsin.
Amerîka berdewam biryar û şiyana xwe bo parastina gelê Amerîkayê li hember wan kesan nîşan dide ku dixwazin zirarê bidin me.

Îşev careke din me nîşan da ku çiqasî bidome û hûn li ku di veşarî bin, eger hûn bibin gefek li ser gelê me, wê Amerîka we bibîne û ceza bike.
Piştî çendîn salan ji serokatîya Bush, Obama û Trump, saziyên me yên Îstîxbaratî di dawîyê de cihê Zewahirî li navenda Kabûl destnîşan kirin, da ku bigihêjin endamên xêzanên xwe. Piştî ku bi baldarî hat şopandin û der barê cihê wî de delîlên zelal hebûn, min ferman da wî ku bi baldarî lê bixin û ji qada şer derxînin.

Planeke hûr hat danîn da ku ti ziyan negihe sivîlan. Hefteyek berê agahî ji min re hat ku rewş rast e û min erêkirina xwe ya dawî da û çalakî serkeftî bû. Ti endamên malbatê nehatin kuştin ûherwiha yek sivîl jî birîndar nebû.
Piştî ku piştrast bûm ku kar serketî ye, ez ê van agahiyan bidim gelê Amerîkayê. Ev yek encama karên mecbûrî yên saziyên ewlekariyê, hevalbendên me û hevkarên me yên bingehîn e.

Berî salekê dema ku min dawî li erkê leşkerî li Afganîstanê anî, min biryar da ku piştî 20 salên şerî, Amerîka êdî pêdivî bi hezaran leşkerên li ser axa Afganistanê nabîne da ku Amerîkîyan ji terorîzmê biparêzin. min soz da gelê Amerîka ku em dê çalakîyên xwe yên ji bo şerê bi terorizmê re li Afganistanê û deverên din berdewam bikin û me weha jî kir.

Meha Sibatê de hêzên me li Sûriyeyê Emîrekî din yê mezin yê DAIŞ'ê jinav bir, niha me Eymen Zewahir El Qaîde jî, ji hole rakir. Em tu carî nahêlin Afganistan ji bo terorîstan bibe cihekî ewle. Nabe ku Afganîstan cihê kesên li dij Amerîka, Ev operasyon îsbat dike ku em dikarin sozên xwe bi cih bînin.
Amerîka çavdêrîya gefên El Qaydê dike û wan didomîne, li ku derê bin.
Ez weke fermandarê giştî yê hêzên çekdar erka min parastina Amerîkayê ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev şer nexwest, hatin cem me û me bersiv da. Em ê ti carî neşikên û em ê çonk danenîn.

Sala borî, di 11ê Îlonê de, min serdana cihê êrişên 11ê Îlonê 9/11 li New Yorkê kir, li wir min navê kesên ku hatine kuştin dîtin. Ew bîrxistineke xurt bû ku me soz dabû ku, "em ê tu carî wan ji bîr nekin."

Ji bo yên ku dixwazin zirarê bidin Amerîkayê, baş li min guhdarî bikin. Em her tim baldar in û ji bo ku Amerîkî li vir û li her derê dinyayê di bin ewlehiyê de bin, hemû tedbîrên pêwîst digirin.

XS
SM
MD
LG