Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanên Herêma Kurdistanê ji Serkeftina Biden Kêfxweş In


Bajarê Duhok
Bajarê Duhok

Her çende hêşta encamên fermî yên hilbjartinên Amerîka nehatine ragehandin, lê piştî ku doh Şemiyê piraniya kenalên navdar yên mediya Amerîka Joe Biden weke serkeftiyê di hilbijartinan da nîşan da û ew weke serokê Amerîka yê çaverêkirî bi nav kir. Piranîya serkirdên Kurd li Herêma Kurdistanê û Iraqê di daxuyanî û twîterên xwe da pirozbahî li Biden û Cîgira wî Kamala Harris kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mustefa Alkazimî, di twîteka xwe da doh Şemiyê pîrozbahî li Biden kir û weha nivîsand"Ez pîrozbahiyên xwe pêşkeşî serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîka Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris dikim, û çaverêyî bihêzkirina têkiliyên stratejîne di navbera herdu welatan da jibo ber bi siberojek a li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û nirxên hevkariyê yên hevbeş û bi bawer ava bikîn, jibo xatirê aştî û ewlehiyê û pêkanîna tenahî û pêşkeftinê."

Serokê Partî demokratî Kurdistan Masûd Barzanî di twîtekê da nivîsand "Ez ji dil pîrozbahiya te dikim hevalê min, Joe Biden, serokê hilbijartî, bo serkeftina te. Bi rêzgirtin hêvî û duayê ji xûdê dikim ku cîhana azad, di serdema desthilata we da zêdetir aştî û pêşkeftinê pêk bîne."

Li parêzgeha Duhok Dengê Amerîka xwe gihand hind kesan, bi giştî geşbîniyek li def Kurdên herêma Kurdistanê çêbûye.

Li Duhok li ser vê mijarê Dengê Amerîka çend ra û bûçûn wergirtin.Pêşî şirovekarê siyasî Heval Zaxoyî axift û got "bi dîtina min helwestên Biden di dema serok Obama da li ser Kurdan helwestên pozetîv bûn". Dîsan dibêje "her Biden bû xûdanê pirojeya 3 parçeyî ya Iraqê".

Çalakvan Segvan Ertîsî di bêj "em wek Kurd miletekîn dûrin ji binemayên tiyorî û metodên çawaniya bi rêvebirina welatan. Dîsan di bêje "helwestên Joe Biden beramber doza Kurdî cihê dil xweşîya me ye".

Kurd weha dibînin ku Amerîka hevpeymana wa ye, bi taybet di şerê li dij DAIŞê da, ew bi hêvîne ku di serdema desthilata Joe Biden da, ew hevpeymanî pêş bikeve û bihêztir bibe.

Raporta Duhok - 08 11 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00

XS
SM
MD
LG