Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê bixêrhatina ji karkêşana karbidestekî Koşka Sipî kir.
Joe Kent, Rêvebirê Navenda Niştimanî ya Dijî-Terorê ya Amerîkayê, ragihandibû ku ew dest ji posta xwe berdide, ji ber ku ew "nikare bi wijdaneke baş piştgirîya şerê berdewam li Îranê bike."
Dema ku derbarê biryara Kent ji Serok Trump hate pirsîn, wî ji rojnamevanan re got ku ew mijara "ewlekarîyê de lawaz" bû û herwiha da zanîn ku "Îran metirsîyeke mezin e."
"Tiştekî baş e ku ew (Kent) derket ji ber ku wî got Îran ne metirsî ye," Trump got. "Her welatek dizane ku Îran çi metirsî ye, lê pirs ew e ka ew dixwazin tiştekî di vê derbarê de bikin an na."
Kent di daxuyanîya ji karkêşana xwe de got ku "Îran metirsîyeke nêzîk li ser welatê me nedikir, û zelal e ku me ji ber Îsraîlê û lobîya wê ya bihêz li Amerîkayê ev şer dest pê kiriye."
Di bersiva ji karkêşana Kent de, berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt di daxuyanîyekê de got ku Trump biryar da ku vê operasyonê ligel Îsraîlê dijî Îranê destpê bike piştî hatibû nirxandin ku ev yek dê "bi awayekî berçav rîska ser jiyana Amerîkîyan kêm bike."