Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Seatên Pêşî Yên Desthilata Xwe de Biden Dê Çi Biryar Bide?


Serokê Hilbijartî Joe Biden
Serokê Hilbijartî Joe Biden

Washington- Di seatên pêşî de weke serokê Amerîka Joe Biden plan kirîye ku hin biryarên serokatiyê bide, ji wana vegerîn ji hin biryarên nakokbar yên serokê berî wî standbûn û çareseriy pirsa vîrusa korona, ev yek ji aliyê serokê Dîwana Serokatiyê yê destnîşan kirî ve hatiye eşkre kirin.

Di demên pêşî yên vekirina serokatiyê de dê karnameya biryarên serokatiyê di 10 rojên destpêkê de ragihîne, Biden dixwaze bi lezgînî wan pirsgirêkên serdema serok Donald Trump de pêkhat bûn rast veke bê ku li benda Kongresê bimîne.

Biryarên Serokatiyê yên Biden Yên Pêşî Dê Çi Bin?

Roja Çarşemê 20 Rêbendanê piştî merasîma Sondxwarinê, Biden dê biryara qedexya hatina Amerîka ya ji welatên ku piraniya rûniştvanên wan Musilman hilweşîne, dê hereket bike ku cardî bo Peymana Parsîs ya Klîmayê vegerin, Zarokên penaber yên li Amerîka ji malbatên wan hatbûn dûrxistin dê bigehîn malbatan. Herwiha dê lixwe kirina maskan di saziyên federal û geştên di Amerîka de ferz bike.

Ev biryar û tevî nêzî ku 10 birayran roja yekê ya serokatiyê ji aliyê Biden ve li Qesra Spî dê bihên dan, weke serokê dîwana Qesra Spî Ron Klain gotîye.

Biryarên din yên ku bihên standin dê paşxistin û dirêj kirina krêdît û deynên xwendekaran be, herwiha avêtina gavan ji bo nehiştina pêşîgirtina li xerckirin peran e, ji bo kesên ku di dema pandemiyê de têdikoşin.

Klain got "Ev biryarên rêvebiriyê dê alîkarîyê bigihînin bi mîlyonan Amerîkîyên ku ji sedema pandemiya vîrusa korona rastî qeyranê hatine."

Daxwzên Bingehîn ji Kongresê

Ron Klain dibêje "Serkeftina Bingehîn" ya armancên Biden dê daxwazê ji kongresê bike ku hereket bike rê li hember pereyê bo xebata li dij vîrusa korona ku 1,9 Mîlyar dolar in hatî terxan kirin veke, ku roja Pêncşemê serokê Hilbijartî destnîşan kirbûn. Klain dibêje Biden herwiha di rojên xwe yên pêşî de ji desthilatê dê ji kongresê sersat kirina qanûnên penaberiyê bixwaze.

Herwiha dê roja duyann ku Pêncşeme, dê biryarên derbarê COVID-19 û serederiya li gel cardî vekirina dibistan û komapniyan bide û wan lêkolîn bike, roja paştir ku Înê ye dê biryara belavkirina bide ya alîkariya bi pereyan bo kesên ziyan ji vîrusa korona dîtine.

Klain daye zanîn ku hefteya paştir dê tedbîrên çaksaziya di warê girtinên girêdayî tawankariyê, Jîngeh-Klîma û Koçberiyê bihên kirin, di nav de gihandina hev ya wan malbatên penaber yên ku li ser sinorê Meksîk yên li gor siyaseta Trump jihev hatine dûrxistin.

Klain dibêje, dê gelek tedbîrên din êne standin piştî ku li gor yasayê pirs tên lêkolîn kirin û vavartin.

Weke kevenşopiyeke serokên nû yên Amerîka dema têne desthilatê hewil didin bi lezgînî tev bigerin rêze biryarên serokatiyê bidin. Trump jî dema hat ser desthilatê heman tişt kir, lê wî dît ku gelek fermanên wî ji hêla dadgehan ve hatine asteng kirin û heta red kirin.

XS
SM
MD
LG