Di encama şewateke avahîyeke şênîbar de 73 kes li bajarê Johannesburg ya Afrîqaya Başûr hatine kuştin.
Karbidestên xwecîhî dibêjin ku avahî ji alîyê xwedanan ve hatibû çol kirin, lê gelek kesên bê mal û koçberên neqanûnî li wê derê diman.
Karbidestên xwecîhî ragihand ku heta niha herî kêm 73 kes bi piştrastî hatine kuştin, 43 kesên din jî birîndar bûne.
Berdevkê Rêvebirîya Rewşa Awarte ya Johannesburgê, Robert Mulaudzi got ku agir di demjimêr 01.30 şevê de destpê kir û lêpirsîna wan didme ku sedema derketina şewatê fem bikin.
Berdevkê bajarvanîya Johannesburgê Colleen Makhubele got ku kesên ku li nava avahîyê bûn, bi qaçaxî li wê derê diman û şaredarî ji mêjve hewil dida ku wan kesana ji avahîyê derxîne.
Ajansa Reuters bal dikşîne ku Johannesburg yek ji bajarê herî newekhev ya cîhanê ye û xizanî û bêmalî pirsgirêkên pir mezin in.