Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongrêsmanê Amerîkî John Lewis Koça Dawî Dike


John Robert Lewis
John Robert Lewis

John Robert Lewis, qehremanê mafên sivîl ji bo Afrîqiyên Amerîkî û kongrêsmanê Amerîkî bo demeke dirêj, di temenê 80 salî de koça dawî kir, piştî şerê salekê dijî nexweşiya pençeşêra Pankiryasê.

John Lewis wek serkirdeyekî tevgera nûjen a mafên sivîl ên Amerîkî hate nasîn di salên 1950î û 1960î de.

Di temenê 23 salî de, wî ji nêzîk ve li gel Martin Luther King ê biçûk kar kir û ew dawîtirîn bêjerê rêveçûna meha Tebaxa sala 1963an bû, dema ku Luther King axaftina xwe ya bi navê “ Min Xewnek heye” pêşkêş kir. Wê demê, Lewis bala Amerîkiyan kişand ser hêza tevgera mafên sivîl.

Wê demê, lewis li pêş 250,000 kes got:

“Bi hêza daxwaz û rijdbûn û her wiha hejmara me, divê em Başûrê veqetî bikin hezar parçe û wan parçeyan careke din di wêneya Xweda û demokrasiyê de bikin yek. Divê em bêjin: Şiyar be Amerîka! Şiyar be.”

Serokê berê yê Amerîka Barack Obama got, “bi gelek awayan, jiyana John bê hempa bû. Lê wî qet bawer nedikir ku tiştê ew dike zêdetir e ji erka her welatiyekî Amerîkî. Wî bawer dikir ku di her kesekî de ji me, wêrekiyek mezin heye ji bo kirina tiştên rast, û amadebûna hezkirina hemî xelkê û dayîna mafê wan ê xwezayî yê rûmet û rêzhînanê.”

John Lewis di 21ê Şubata sala 1940î de li Alabama jidayîk bibû. Ew derçûyê beşê ayîn û Felsefeyê bû ji zanîngeha Fisk a bajarê Nashville.

XS
SM
MD
LG