Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Brîtanya li dor Sûriyê bi Erdogan re Axivî


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dixwazine kombûnekê li gel serkirdeyên Frensa û Almanya lidar xin ji bo gotûbêjkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê.

Nivîsîngeha Johnson îro Yekşemê di daxuyaniyekê de got ku Johnson û Erdogan“erê kir li dor peydakirina derfeteka kombûnekê li gel serokê Frensa Emmanuel Macron û rawêjkara Almanî Angela Merkel ji bo guftûgokirina rewşa niha û her wiha pirsgirêkên berfereh ên rûbirûbûna dijî terorê û pêlên koçberiyê.”

Johnson rêkeftina bi navberiya Amerîka wek “gavek ber bi aliyê rast ve” wesif kir, lê her wiha got “ xemên mezin li dor operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê hene.”

Hêzên Kurdên Sûriyê dibêjin hêzên Tirkiyê û alîgirên wan ên opozisyona Sûrî di 24 demjimêrên borî de berdewam bûn di êrîşa li dijî wan de.

XS
SM
MD
LG