Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Civata Nûneran: Dem Hatiye ku Gelê Îranê Gavan Bavêjin

Serokê Civata Nûneran a Kongresa Amerîkayê Mike Johnson bang li gelê Îranê kir ku ji rewşa heyî sûdê werbigirin ji bo bidestxistina azadîya xwe.

Johnson tekez kir ku Washington hewl nade li Îranê "netewsazîyê bike," lê piştgirîyê dide gelê Îranê.

Serokê Civata Nûneran ji rojnamevanan re axivî û got: "Dem hatiye ku gelê Îranê gavan bavêje û vê kêlîk û firsendê, ku demeke dirêj li bendê bû, bikar bîne ji bo bidestxistina azadîya xwe. Em vê yekê han didin û hêvî dikin."

Wî herwiha got ku hevalbendên Amerîkî jî bi hêvî pêşveçûnan dişopînin û tekez kir, "Ez dibêjim ku hevalbendên me yên li NATO û hevalbendên me yên din ên li seranserê cîhanê bi hêvîyên mezin temaşe dikin."

Di heman demê de, Serokê Civata Nûneran dupat kir ku nêta Amerîkayê tuneye ku rasterast destwerdanê li avahîya siyasî ya Îranê bike.

"Ti derfet û hêza me tuneye ku em netewsazîyê bikin," wî got. "Em vê nakin. Em ne polîsê cîhanê ne. Amerîka têra xwe pirsgirêk hene. Lê ez dibêjim ku ev guhertineke mezin e ji bo mirovan ku karibin li ser lingên xwe rawestin û ji vê derfetê sûdê werbigirin."

Johnson herwiha got ku ew bawer dike piranîya Îranîyan azadiyê dixwazin: "Hat ragihandin ku rejîma Îranê di hefteyên borî de bi deh hezaran gelê xwe kuştiye. Li wî welatî hîn jî mirovên xeternak hene, lê ji vê zêdetir, mirovên baş hene, mirovên ku meyla azadîyê dixwazin. Ev dem dema wan e."

XS
SM
MD
LG