Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson: Parlamanter Dixwazin ku Rê li Ber Brexitê Bigirin


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dîyar kir ku ger ew hilbijartina pêşwext li dar xin ewê kêşeya sîyasî ya ew têde ne çareser bikin.

Johnson ji parlamanteran re got ku ‘’Yan hûnê min ji desthilatê gêr kin yan jî bihêlin ku Brexit pêk were’’

Wî careke din da zanîn ku divê Brexit çêbe û bi bîr xist ku gelê Brîtanya di referandumê de Brexit erê kiriye.

Serokwezîrê Brîtanya îdia kir ku parlamanter dixwazin ku rê li ber derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) bigirin.

Johnson da zanîn ku gel bo Brexitê referandumeke din naxwaze û got ku divê ew êdî bala xwe bidin ser mijarên din yên welêt.

XS
SM
MD
LG