Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Johsnon bo Brexitê Dem Dixwaze


Donald Tusk û Boris Johnson
Donald Tusk û Boris Johnson

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku ger Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Yekîtîya Ewrupa (YE) ser derketina ji yekîtîyê li hev nekin, Johnson dê bo Brexitê hinekî din dem bixwaze.

Reutersê ew agahî spart ser belgeyeke hikûmetê ya ji dadgeha Skotlandê re hatiye şandin.

Johnson roja Çarşemê bi hin guherînên di peymana Brexitê de teklîfeke nû dabû YE’ê.

Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa Donald Tusk ser pêşnîyaza nû gotibû ku ew hîn îqna nebûn.

Karbidestên YE’ê didin zanîn ku teklîfa Johnson bo derketina ji YE’ê di bingehan çênake.

Johnson di daxuyanîyên xwe de dida zanîn ku ewê heta dawîya Cotmehê bi her awayî ji YE’ê derkevin.

XS
SM
MD
LG