Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson: Em bi Ser Ketin û Me Astenga li Pêş Brexitê Rakir


Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, piştî zelalbûna encamên hilbijartinê dîyar kir ku wan li parlamanê astenga li pêş Brexitê rakiriye.

Partîya Konservatîf ya bi rêberîya Johnson, li gor encamên nefermî 364 kursîyên parlamana bi 650 kursî bi dest dixe.

Johnson got ku ‘’Emê êdî Brexitê pêk bînin’’ û kesnên salonê ji wî re çepik lêxistin.

Wî da zanîn ku dibe ku hin kesan bo temakirina prosesa Brexitê ‘’bi deyn’’ deng dabin wan û dîyar kir ku ew bi vê bawerîyê serbilind e.

Rêberê Partîya Konservatîf dîyar kir ku ewê heta dawîya Çileyê derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) temam bikin.

Rikeberîya sereke ya Brîtanya jî, Partîya Karkeran 59 kursîyên xwe yên li parlamanê hinda kirin û hejmara kursîyên xwe daxist 203'yan.

Rêberê Partîya Karkeran Jeremy Corbyn piştî zelalbûna encaman dîyar kir ku ewê di hilbijartina pêş de nebe serokê partîya xwe.

XS
SM
MD
LG