Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson û Erdogan Ser Rewişa li Sînorê Ukrayna Axifîn


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û hemtayê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ser leşkerên Rus yên li nêzî sînorê Ukrayna axifîne.

Reutersê da zanîn ku her du serokwezîran ji hevdu re fikarên xwe yên ser rewişa li sînorê Ukrayna gotine.

Londonê dîyar kir ku Johnson û Erdogan ji hevu re dane zanîn ku ewê NATO li hember girjîya gur dibe bisekine.

Johnson û Erdogan li hev kirine ku bo çareserîyê di ser NATO re bixebitin.

Her du rêberan bi berdewamî li hev kirine ku ew hevkarîya berevanî û ewlekarî ya dualî xurttir bikin û daxwazên xwe yên ser geşkirina peywendîyên bazirganî ji hevdu re gotine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG