Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson li Nexweşxaneyê Ket Beşa Çavdêrîya Krîtîk


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson jiber giranbûna nîşanên vîrusa korona, li nexweşxaneyê ket beşa çavdêrîya krîtîk (intensive care).

Jêderên serokwezîrîya Brîtanya ragihand ku Johnson jiber pêşnîyaza tîma wî ya saxlemîyê ketiye wê beşê.

Johnson di 27’ê Adarê de bi vîrusa korona ketibû û li mala xwe ketibû karantînayê.

Johnson do Yekşemê jiber daneketina tayê wî veguhestibûn nexweşxaneyê.

Wî ji Twitterê dabû zanîn ku bo testan derbazî nexweşxaneyê bûye û gotibû ku ‘’Ez xwe baş hîs dikim.’’

XS
SM
MD
LG