Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Dibêje Çend Rojên Pêş 'Dema Herî Xeter' ya Krîza Ukrayna Ye


Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg li presskonferansa li Brukselê, 10 Sibat, 2022
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg li presskonferansa li Brukselê, 10 Sibat, 2022

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson îro Pêncşemê bi rêberên Polonya û NATO re ser pirsgirêka Ukrayna dicive.

Boris Johnson serdana bingeha hevpeymanîya NATO'yê ya li Brukselê kir û bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg re daxuyanî da rojnamevanan.

Johnson ragihand ku di krîza herî mezin ya ewlehîyê ya bo Ewrupayê ya di bi dehsalan de, çend rojên pêş dibe ku dema herî xeter be jiber ku Rûsya lîstikên şer li Belarûsê li dar dixe.

"Çend rojên pêş belkî dema herî metirsîdar e, di krîza ewlehîyê ya herî mezin ya ku Ewrupa bi dehan sal in ku cara yekê rûbirû dimîne û divê em wê rast fêm bikin."

Johnson got ku jibo çareserîyê divê tole, biryardarîya leşkerî û dîplomasî bi hevre were xebitandin.

Wî geşbînîya xwe dîyar kir ku Moskowê hîn biryar nedaye ku Ukraynayê dagir bike yan na.

"Bi rastî ez bawer nakim ku hîn biryarek ji hêla Moskowê ve li ser dagîrkeriyê hatiye girtin. Ew nayê wê wateyê ku ne mimkûn e ku tiştek bi tevahî ewk felaketê pir zû biqewime. Û îstixbarata me, agahîya ne baş dide," Johnson got.

Johnson da zanîn ku Brîtanya " jibo ewlehîya Ewrupa pabendbûna xwe ya xurt didomîne".

Hevdem, Johnson bang li Ewrupa kir ku mafê Ukrayna bo tevlîbûna NATO'yêwere parastin.

“Wek hevalbendîyê divê em zelal bin ku prensîbên ku emê ji wan tawîzê nedin hene; yên ku di nav de ewlehîya her hevalbendê NATO'yê heye û herwiha mafê her demokrasîya Ewrupî bo endamtîya NATO'yê jî heye,” Johnson got.

Herwiha, wezîra xwe ya derve Liz Truss şandiye Moskowe ku bi hevtayê xwe Sergei Lavrov re gotûbêjan bike û hişyarî bide Rûsya ku êrîşê Ukrayna neke.

"Di bingeh de, şerek li Ukraynayê wê jibo gelên Rusya û Ukraynayê û bo ewlehîya Ewrupa bibe felaket û hevdem NATO bi hev re eşkere kir ku encamên mezin yên destwerdaneke li Ukraynayê hebe û berdêlên giran bi xwe re bîne," Truss ji Lavrov re got:

Lavrov got ku ew xemgîniya Brîtanî ya derbarê rahênanên li Belarûsê fam nake û herwiha Truss goh nedaye rastiyên ku jê re hatine pêşkêş kirin.

Her wiha Lavrov anî ziman ku welatên rojava Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy wekî amûreke bikar tînin.

Ji alîyê din ve, Johnson ferman daye ku 1.000 leşkerên Brîtanî bo îhtîmala krîzeke mirovahî ya ku di encama êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukrayna derkeve holê, amade bin.

XS
SM
MD
LG