Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

J&J Dibêje Doza Duyê ya Vaksîna Wê Parastina Dijî COVID Pir Xurt Dike


Vaksîna Johnson & Johnson (J& J) ya COVID-19

Johnson & Johnson (J& J) îro Sêşemê dîyar kir ku piştî doza dudyan ya vaksîna COVID-19, bandora xwe ya li Amerîka yên hember formên sivik heya giran yên nexweşîya vîrusa korona ji sedî 94% zêde kiriye.

Yek dozeke vaksîna Johnson & Johnson dijî vîrusê ji sedî 70 mirovan diparêze.

Dr. Paul Stoffels, berpirsê zanyarî yê J & J, di daxuyaniyekê de got ku kompanîyê niha ' delîl peyda kiriye ku dozeke xurt parastinê dijî COVID-19 hîn zêdetir dike".

Ev pêzanîna, gotara J&J ya bo çêkirina yek dozeke vaksîna xurtkirî destnî şan dike û ewê ev yeka alîkarîya J&J bike da ku bi rêvebirên Amerîka re gotûbêjan bikin.

Li gor pêzanînên meha borî hatine eşkere kirin, J&J dibêje ku du meh piştî doza yekê ya vaksînê, wergirtina dozeke xurtkirî asta parastina mirovan çar û şeş qat zêde dike. Heke ew şeş meh piştî doza yekê were dayîn, asta parastinê 12 qat zêde dike.

Her wiha, J&J bi vê rêkê di navberek dirêjtir a di navbera dozan de êtirbûnek mezin ya parastinê, pêk tê.

Bandorên neyînî yên bi du dozan, li gor yên ku di lêkolînên bi vaksîna yek dozê de hatine dîtin re, dişibin.

Pêzanînên ku J&J hîn ji hêla pisporan ve nehatine lêkolîn kirin lê dê di mehên pêş de jibo weşanê werin şandin.

Heya niha, tenê Pfizer /BioNTech pêzanînên xwe radestê rêvebirên Amerîka kiriye da ku berîya 20'ê Îlonê çêkirina vaksîna xurtkirî were piştrast kirin.

Tê çaverê kirin ku revebirîya Biden di derbarê vaksîna xurtkirî de biryara xwe dîyar bike.

Serok Joe Biden jiber zêdebûna cûreya Delta ya vîrusa korona jibo erêkirina vaksînên xurtkirî givaştinan dike.

Li Amerîkayê J&J, dermanfiroşê yekane ku bo çêkirina vaksîna bi yek dozê ya xurtkirî xwedîyê desturê ye. Lê, pêwîste ku jibo bandorkarîyê, delîlan pêşkeş bike.


XS
SM
MD
LG