Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Urdunê: Dê Tawanbarên Êrîşa Kerek Werin Cezakirin

Serokwezîrê Urdunê Ce'fer Hesan ragihand ku sazîyên dewletê kar li ser girtina tawanbarên êrîşa li ser Dêra Hemûd a li parêzgeha Kerek dikin, da ku cezayê xwe bistînin.

Di çarçoveya beşdarîya xwe ya di merasîma oxirkirina qurbaniyên êrîşê de roja Yekşemê, Serokwezîrê Urdunê sersaghîya hikûmetê gihand malbatên qurbanîyan û xelkê Kerekê, û daxwaza başbûna bilez ji bo birîndaran kir.

Kanal a fermî ya Mamlaka ji zarê Hesan veguhest ku, “Tundrewî, û ramanên tekfîrî di çil salên dawî de belav bûne.”


Wî bal kişand ser girîngîya berdewambûna hewildanan û zêdekirina wan ji bo nehêlana van ramanan ji kokên wan ve û got ku: “Ji bo van ramanan ne di vê welatî de û ne jî di vê civakê de cih tune ye.”

Serokwezîrê Urdunê diyar kir ku “têkoşîna li dijî tundrewîyê tenê şerekî ewlehîyê nîne, lê di heman demê de şerekî hişyarî û ramanê ye.” Wî herwiha hişyarî da ku fitne, nijadperestî û tundrewî yekbûna civakan û aramîya wan dixin metirsîyê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG