Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Urdunê Ji ber Kêmbûna Oksîcînê 6 Nexweşên Korona Dimrin


Herî kêm şeş kesan li nexweşxaneyaka Urdunê îro Şemîyê jiyana xwe ji dest dan, di encama nemana oksîcînê ku pê serederî bi nexweşên koronayê re dihat kirin, û hêzên polîs hatin şandin bo nexweşxaneyê, piştî ku kesûnasên nexweşan li wir kom bûn, li gor gewahîder û çavkanîyên saxlemîyê.

Çavkanîyan got ne diyar e sedema nemana oksîcînê çi ye li beşên miqayîtbûna tund û jidayîkbûnê û koronayê yên nexweşxaneya hikûmî li rojavayê Emana paytext.

Wezîrê saxlemiyê Nathir Obeydat serdana nexweşxaneyê kir û li gel karmendan kom bû, di demkê de ku hêzên ewlekarîyê derora nexweşxaneyê girt ji bo rêgirtina li kêşeyan bi kesûnasên nexweşan re.

Urdun rastî belavbûna COVID-19 dibe ku piraniya keysên wê ji cûreya Brîtanî ya vîrusê ne. Wê hefteya borî, ji bo dorpêçkirina vîrusê, hin pîvanên tund ragihandin û girtina giştî rojên Înan sepand.

Urdunê roja Pênşemê 8,300 keysên nû ragihandibûn, ku hejmara herî bilind e di rojekê de, ji dema destpêkirina pandemîyê, salekê berê.

Welatê Urdun, ku hejmara xelkê wê dora 10 milyonan e, ta niha 385,533 keysên koronayê tomar kirine û 5,224 kes mirine.

XS
SM
MD
LG