Berpirsekî hikûmeta Urdunê got, Urdun roja Yekşemê dê mêvandariya civîneke "siyasî û ewlehî" di navbera Îsraîl û Filistîniyan de bike da ku aramiyê vegerîne deverên Filistînê yên dagîrkirî, piştî tundûtûjiya kujer.
Civîna ku dê li havîngeha Aqaba ya Behra Sor bê lidarxistin, dê nûnerên Amerîka û Misirê jî beşdar bibin.
Berpirsê ku nexwest navê xwe eşkere bike roja Şemiyê ji ajansa AFP re got ku armanc kombûnê "avakirina baweriyê" di navbera Îsraîl û Filistîniyan de ye.
Danûstandin dê bibin piştî ku 11 Filistînî hatin kuştin û zêdetirî 80 kes jî birîndar bûn di şerê çekdarî de roja Çarşemê dema ku leşkerên Israîlî êrîşî bajarê Nablus li Kenara Rojava kir, ku Îsraîl ji şerê şeş-rojî yê sala 1967an ve dagir kiriye.
Hejmara kuştiyan herî zêde bû ji dema serhildana duyemîn a Filistînê, ku di sala 2005 de bi dawî bû, sala ku Neteweyên Yekbûyî dest bi şopandina hejmara qurbaniyan kir.
Zêdebûna aloziyên îsal bûye sedema nîgeraniya navnetewî û li dû tundûtûjiyê di sala 2022 de, ku li Kenara Rojava ya herî kujer bû ji destpêka şopandina Neteweyên Yekbûyî ve.
Berpirsê hukûmeta Urdunî got, "Civîna siyasî û ewlehî beşeke ji hewildanên berdewam ên Urdunê bi hevrêziya bi Desthilata Filistînî û aliyên din re ji bo bidawîanîna tedbîrên yekalî (ji hêla Îsraîlê) û têkçûnek ewlehiyê ku dikare tundûtûjiyê zêde bike."
Berpirs anî ziman ku armanca danûstandinan ew e ku bigihêjin "tedbîrên ewlehî û aborî ji bo sivikkirina zehmetiyên gelê Filistînê".
Urdun jî mîna Misirê peymaneke aştiyê bi Îsraîlê re îmze kiriye.
Ji destpêka vê salê ve, şer û pevçûnên Îsraîlî û Felestînîyan heta niha 62 mezin û zarokên Filistînî, di nav de çekdar û sivîl, jiyana xwe ji dest dane.
Neh sivîlên Îsraîlî, di nav de 3 zarok, efserek polîs û sivîlek Ukraynayî di heman heyamê de hatine kuştin, li gorî AFP ku li ser çavkaniyên fermî ji her du aliyan ve girêdayî ye.
Êrîşa roja Çarşemê, ya herî dawî di rêze operasyonên leşkerî yên kujer de ji alîyê Îsraîlê ve li Kenara Rojava, hat bi Îsraîl bi serokatiya hikûmeteke nû ya koalîsyonê ku weke ya herî rastgir di dîroka welat de tê dîtin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ku di Kanûnê de dîsa dest bi karê xwe kir, di meha Çile de çûbû Amanê ji bo ku bi şah Abdullah yê duyem re hevdîtinekê pêk bîne. Şah tekez kir ku "pêdivî ye aramî were domandin û hemî kiryarên tundûtûjiyê werin rawestandin", li gor Koşa Şah ku wê demê got.
Abdullah herwiha helwesta Urdinê ji bo piştgirîya çareseriya du dewletî ya di navbera Îsraîl û Filistîniyan de ji bo bidawîkirina nakokiyên bi dehan salan, dubare kir.
Çavkanî: AFP