Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun Dibêje Wê Bêhtirî 20 Çekdarên Daişê li Sûrîyê Kuştine

Jordan Syria Borders
Jordan Syria Borders

Urdunê îro Sêşemê ragihand ku di êrîşên esmanî yên şeva borî de li başûrê Sûrîyê zêdetirî 20 çekdarên Daişê kuştine, wek bersiva êrîşa li ser dêreke wî welatî ku çend rojan berê bûbû.

Sûrîyê got ku di êrîşan de heft kes, di nav de sê zarok û jinek, hatine kuştin. Wezîrê peywendîyan ê Hikûmeta Urdunê Mihemed Mominî di postek de li ser platforma X’ê got ku Urdunê ji ber qurbanîyên sivîl xemgîn e.

Urdunê ragihand ku hêzên wê yên esmanî piştî piştraskirina ku gumanbarên êrîşa li ser dêrê ya hefteya borî bi "komên terorîst" ên li wir ve girêdayî ne, li cihê ku ew wekî veşartgehên çekdaran li başûrê Sûrîyê bi nav dikin, xistine.

Berpirsên ewlehiyê yên Urdunê got ku hêzên wan piştî pevçûnek çekdarî ya bi êrîşa li ser dêrê ve girêdayî, du bira û birazîyê wan girtine.

Tu rêxistinan berpirsiyarîya êrîşê negirtiye ser milê xwe, her çend Urdunê got ku çekdarên ku li Sûrîyê hatine armancgirtin endamên Daişê bûn.

Wezareta Derve ya Sûrîyê êrîşên Urdunê, wekî binpêkirina serwerîya welêt, şermezar kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG