Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Dibêje Wê Sînorê li gel Urdunê Vebe


Syrian soldiers stand at the Naseeb border crossing with Jordan in Deraa, Syria, July 7, 2018.
Syrian soldiers stand at the Naseeb border crossing with Jordan in Deraa, Syria, July 7, 2018.

Ajansa nûçeyan a Sûrî îro Şemiyê got amadekarî dibin ji bo vekirina dergehê sînorî di navbera Sûriyê û Urdunê de roja 10 meha bê.

Demekê berê ajansê ragihandibû ku dergehê Nasîb vebûye û proseya hatûçûnê dest pê kiriye, lê Urdunê red kir.

Peyvdara hikûmeta Urdunê Jumana Ghuneymat di daxuyaniyekê de got dergeh hîn venebûye û komîtên teknîkî ji herdû aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn hîn kombûnan dikin.

Vebûna deregehê Nasîb wê gelekî alîkariya hikûmeta serokê Sûriyê Beşar Esed bike ji aliyê danûstandina bazirganî ve li gel welatên Ereb.

Serhildêran di sala 2015an de ev dergeh kontrol kiribû, lê hêzên Sûriyê meha Hizêrana îsal ew vegerand bin desthilata hikûmetê piştî rêkeftinekê di navbera Rûsya û serhildêrên opozisyona Sûriyê de.

XS
SM
MD
LG