Breaking News

Urdunê Cezayê Darvekirinê Da Kujerên Êrîşa Dêra Kerkê

Dadgeha Ewlekarîya Dewletê ya Urdunê îro Yekşemê cezayê darvekirinê li 3 kesan birî ku bi pêkanîna êrîşa xwînî ya meha borî li ser dêreke li Kerkê ya li başûrê Urdunê hatibûn tawanbarkirin, di wê êrîşê de 9 kes hatibûn kuştin û 25 kes jî birîndar bibûn.

Li gorî Artêşa Urdunê "Dadgeha Ewlekarîya Dewletê Yekşemê danê sibehê biryara xwe derxist ku tê de cezayê darvekirinê li hersê tawanbarên ku di 23'ê Cotmeha borî de kiryara terorîstî ya li bajarokê Hemûd ê girêdayî Kerkê pêk anîbûn, hatiye birîn."

Di daxuyanîyê de herwiha hat diyarkirin ku dadgehê hersê tawanbar bi van tawanan sûcdar dîtine: "Bi hevbeşî pêkanîna kiryarên terorîstî ku 9 caran bûne sedema kuştina mirovan, pêkanîna kiryarên terorîstî bi bikaranîna çek û cebilxaneyê, hilgirtina çek û cebilxaneyê bi mebesta pêkanîna kiryarên terorîstî, pîlangêrî bi mebesta pêkanîna kiryarên terorîstî bi çekan, û propagandaya ji bo hizrên komeke terorîst."

Tê zanîn nîvroya roja 23'ê Cotmeha borî, 3 kesan bi çekên otomatîk êrişî beşdarên şîneykê li dêra Hemûd a li parêzgeha Kerkê ya li başûrê welêt kiribûn û gule li komên ku li ber derîyê dêrê rawestiyabûn reşandibûn, berî ku derîyên hesinî yên dêrê bên girtin.

Êrîşkar piştî ku ji cihê bûyerê revîyan, xwe veşartin, heta ku desthilatdaran piştî 3 rojan girtina wan ragihand. Herwiha hatibû destnîşankirin ku ew du bira û zavayekî wan in, welatîyên Urdunê ne û xwedî "hizrên tekfîrî" ne.

XS
SM
MD
LG