Lînkên eksesibilîtî

Qedexeya Laptop'an ya Ser Royal Jordanian û Kuwait Airways Rabû


Her yek ji kompanya firînê, Royal Jordanian û Kuwait Airways ragihand ku rêwîyên wan êdî di firînên dîrekt yên ber bi Amerîka de, dikarin kompîterên serçok (laptop) û alavên din yên elektronîk ligel xwe bînin.

Daxuyanîya Royal Jordanian ragihand ku wê pêdivîyên ku ji hêla Amerîka vê tên xwestin, bi cîh anîne û êdî qedexeya ser firînên wê yên ji Ammanê rabûye.

Kuwait Airlines jî da zanîn ku rêwîyên wê êdî di firînên ji Firîngeha Navnetewî ya Kuweytê dikarin alavên elektronîk bi kar bînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Amerîka di 10ê Adarê de qedexe kiribû ku rêwîyên ku pirtir ji 10 firîngehên li Rojhilata Navîn tên Amerîka ligel xwe serçok û alavên elektronîk bînin, bi sedema ku terorîst di hindurê wan de bombe vedişerin.

XS
SM
MD
LG