Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îzmîrê 6 Rojnamevanên Kurd Hatin Desteser Kirin


Ajansa Mezopotamya ragihand ku nûçegihanên wê Semra Turan, Delal Akyuz, Tolga Guney li Îzmîrê hatin desteser kirin.

Dîsa, nûçegihana JINNEWSê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkara medya ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Fatma Funda Akbulut jî hatine desteser kirin.

Ajansa Mezopotamya ji zarê parêzerên rojnamevanan ragihand ku rojnamevan bi ‘’endamtîya rêxistinê’’ têne tawanbar kirin û sînordarkirina ser dosyeyên wan didome.

Li gor ragihandina Ajansa Mezopotamya polîsan dest danîne ser materyalên dîjîtal yên rojnamevanan û ew kelepçeya ters hatine desteser kirin.

Parêzer dibêjin ku polîsan dema desteserkirinê serên Semra Turan û Delal Akyuz bi zorê dane xwar kirin û wêne girtine.

Çaverê ye rojnamevanên desteserkirî sibê Pêncşemê îfadeya xwe bidin.

Ji alîyê din ve Ajansa Mezopotamya radigihîne ku li Êlih, Şirnex, Wan û Amedê bi dehan kes hatine desteser kirin.

Sedema desterkirinan hîn eşkere nebûye.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê jî da zanîn ku li 22 bajaran 179 kes hatine desteser kirin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG