Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hêzên Ereb yên Hevalbendên Kurdan 1,700 Şervanên Xwe Dişîne Efrînê


Ajansa Reuters radigihîne ku hêzên Ereb yên hevalbendên Kurdan, 1700 şervanên xwe ji şerê dijî DAIŞ’ê li Dêrezorê dikşînin û dişînin enîya Efrînê.

Berdevkê Ceyş el Suwar (Artêşa Şoreşgeran), Ebû Omar el Îdlibî ji ajansê re ragihand ku wan 1,700 şervanên xwe şandine Efrînê.

“Me 1,700 şervanên xwe ji Dêrezorê derxistin ku Efrînê ji terorîzmê biparêzin. Niha tenê 700 şervanên me li herêmê man,” Îdlibî got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Ceyş el Suwar, beşeke ji Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye û piranî ji Ereban pêk tê.

XS
SM
MD
LG