Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadwer Dema Doza Dijî ya Trump ya Ser Encamên Hilbijartina 2020'an Wek 4'ê Adarê Dîyar Kir


Dadwerekî federalî îro Duşemê biryar da ku dadgehkirina Serokê berê yê Amerîkî Donald Trump ya bi tawana plansazîya pûçkirina hilbijartinên seroktîyê yên 2020'î wê li meha Adarê çêbe.

Dadwer Tanya Chutkan
Dadwer Tanya Chutkan

Dadwera Deverî ya Amerîkî (US District Judge) Tanya Chutkan, dijî rojên ku dozger û parêzerên parastinê pêşnîyar kirin, biryar da ku rûniştina dozê di di 4'ê Adara 2023'yan de pêk were.

Dozgerîyê xwestibû ku doz di 2'yê Rêbendanê de pêk were û desteya biryarderan (jurî) jî di meha Berfanbarê de were bijartin û tîma berevanîya Trump jî dadwer Chutkan xwestibû ku rûniştina dozê heta Nîsana 2026'an paş bixe.

Li gor biryara Chutkan ya îroyîn, rûniştina dozê dikeve nîvê kempeyna seroktîya Amerîka ya 2024'an ku Trump tê de wek berbijarê herî pêş yê Komarî xwane dibe.

Hêjayî balkişandinê ye ku di 4'ê Adarê rojekeb berî Sêşema Super (Super Tuesday) e ku hîngê dengdêrên li pirtir ji 10 eyaletan diçin ser sindoqan ku kandîtên seroktîyê yên partîyên xwe hilbijêrin.

Trump di dozê de plankarîya xapandina hikûmeta Amerîkî û astengkirina prosesa fermi dî di nav de, bi çar tawanan tê sûcdar kirin, lê ew wan tawanan red dike.

XS
SM
MD
LG